• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    HSDê li herêma Çelebiyê êrîşeke çeteyan têk bir

    HSD: HTŞ amadekariya şer de dike

    Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

    Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

    HSD: Duh 9 çete hatin kuştin

    HSD: Di êrişa dronî de 2 şervanên me birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    HSDê li herêma Çelebiyê êrîşeke çeteyan têk bir

    HSD: HTŞ amadekariya şer de dike

    Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

    Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

    HSD: Duh 9 çete hatin kuştin

    HSD: Di êrişa dronî de 2 şervanên me birîndar bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Şilî heta Japonya û Somaliyê piştgiriya Rojava

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2026 - 17:15
Kategorî: ROJANE
A A
Êrîşên li ser Rojava ji çar aliyên cîhanê rastî bertekan tê. Ji Şilî bigrin heta Japonya û Somaliyê çalakî û daxuyaniyên piştgiriyê ji bo Rojava hatin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li dijî van êrîşan li seranserê cîhanê bertek jî zêde dibin. Wek tê zanîn di rojên borî de çeteyek DAIŞ’ê dîmenê keziya porê jineke şervan ku jê kirbû diyarî kir di medyaya dîjîtal de hat parvekirin hat bibîrxistin.

Li dijî dîmenê ku hat parvekirin, jinên li seranserî cîhanê bi kampanyaya “KeziyênMeTirsaWe” bertek nîşan dan û dîmenên hûnandina porê xwe parve kirin. Kampanya di demek kin de belavî hemû cîhanê bû, jinên ji welatên cuda peyam dan ku ew bi jinên Kurd re ne.

Jinên Şiliyê ku yek ji welatên Emerîkaya Latîn e, beşdarî kampanyayê bûn û bi dîmenê bi etîketa “KeziyênMeTirsaWe” banga piştevaniyê mezin kirin û berxwedana Rojava silav kirin.

Ji Arizonayê berxwedana Rojava silav kirin

Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Tuscon ê eyaleta Arizona ya DYA’yê ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojava li hev kom bûn. Di çalakiyê de ya li ber Jacome Palayê dirûşma ‘Êdî bes e’ hate qîrîn.

Girseya gel ku ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojava li hev kom bû, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê dest bi çalakiyê kir.
Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Defend Rojava, Defend Kurdistan”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan” hatin qîrîn û pankart û dozên ku êrişan şermezar dikin hatin hildan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ya li ber Jacome Plaza hate dayin, bêdengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) û hêzên bi bandor ên li herêmê ya li pêşberî êrişên li ser Rojava weke “Şermeke li dijî rûmeta mirovahiyê” hate pênasekirin.
Di daxuyaniyê de têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê hate bibîrxistin û hate gotin, “Jinedîtîhatina êrişên HTŞ’ê ya ji ber berjewendiyan, cihê şermê ye.”
Çalakî li ber Federal Building bi dawî bû. Têkildarî rewşa li Rojava dosyayek radestî rayedaran hate kirin.

Ji çalakvanên Japonyayê peyamên piştgiriya Rojava

Dengek xûyayî ji welatê Japonyayê hat. Li bajarekî Japonyayê komeke çalakvanan çalakiyeke piştgiriya gelê Kurd li dar xist. Çalakvanan pankartên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Rojava biparêzin” vekirin û peyamên piştgiriyê dan.

Çalakvaneke ji Somaliyê piştgirî da gelê Kurd

Çalakvana ji Somalî Leyla Cami li dijî êrişan piştgiriya xwe ji gelê Kurd re anî ziman.
Leyla Cami ku peyameke bidîmen weşand, wiha got: “Gelê Kurd rû bi rûyî şerekî demdirêj e ku gefan li jiyana wan û mafên wan ên bingehîn dixwe. Şer berdewam e. Ev yek dibe sedema bêîstiqrariya siyasî ku sivîlan û rûmeta wan dixe bin gefan. Ji bo mîsogerkirina ewlehiya Kurdan û berdewama jiyana wan divê piştgiriya Kurdan bê kirin.”
Leyla Cami bang li civata navneteweyî kir ku hewldanên parastina aştiyê bidomînin, êşên mirovî li herêmê kêm bikin, li rex mafên mirovan bisekinin. Her wiha got: “Erka me hemûyan e piştgiriyê bidin. Her piştgiriyeke rasteqîn guhertinê çêdike.”

Karavana Gel ber bi Rojava ve bi rê ket

Di vê navberê de Karwana Gel a RiseUp4Rojava ku ji kolektîfên şoreşger pêk tê ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava ji gelek bajarên Ewropayê bi rê ketin. Enternasyonalîstên ji welatên cuda, di serî de ji Elmanya, Fransa û Îtalyayê, ber bi Kobanê ve ketin rê. Pauline, ku ji Lozanê tevlî Karwana Gel bû, armanca tevlîbûna xwe anî ziman.

Etîket: Berxwedana RojavaÇalakiyên Piştgiriya Rojava
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

24 ÇILE 2026
Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

24 ÇILE 2026
Başûr pişta Rojava bernade

Başûr pişta Rojava bernade

24 ÇILE 2026
Ciwanên Wêranşarê astengiya polîsan bi keviran bersivandin

Li sê navçeyên Rihayê dê meş bên lidarxistin

24 ÇILE 2026
Li Rojava seferberî: Gel li qadan şervan li sengeran berxwedanê didomîne

Li Rojava seferberî: Gel li qadan şervan li sengeran berxwedanê didomîne

24 ÇILE 2026
Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

24 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1180)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne