• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

    Li Bornovayê şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji sînor bang kirin: Peyama Birêz Abdullah Ocalan esas bigirin

Navenda Nûçeyan /AW

29 KANÛN 2024 - 17:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê axivî û wiha got: “Piştî 10 salan heyet çû Îmraliyê û peyam anî. Birêz Ocalan di peyama xwe de got; ‘Em dixwazin li vî welatî û Tirkiyeyê şer bi dawî bibe.’ Em dixwazin muxatab peyama Birêz Abdullah Ocalan esas bigirin.”

Çalakiya nobeta sînorê Nisêbîn-Qamişlo ku di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de di 13ê Kanûnê de hatiye destpêkirin berdewam dike. Her roj rêxistin û saziyên civakî li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, beşdarî çalakiyan dibin. Çalakî, di roja 17emîn de didome. Îro rêxistinên Şirnexê û komek mela ji Amedê hatibûn. Welatiyên di danê sibehê de hatin cihê nobetê, dirûşmên “”Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gele Kurd” berz kirin û pêşmalkên “Na ji şer re” li xwe kirin. Girseyê pankarta “Bi ruhê seferberiyê em ê Şoreşa Rojava biparêzin” vekirin û li vir daxuyanî dan.
Ewil li ser navê meleyan ku ji Amedê hatibûn Abdulbarî Tiryakî axivî û bal kişand ser peyamên Încîlê û Tewradê û wiha got: “Kesên din ava civakê de fitne û fesadiyê pêş bixin, ew hevalên xerabiyê ne. Yên aştiyî û xweşiyê çêke ew qasidê xwedê ye. Divê mirov kesan li hev bîne û aş bike. Ev gelek bi xêr e. Ji ber vê yekê yên li çar aliyên Kurdistanê têdikoşin em wan pîroz dikin. Em kesên li vir nobedê digirin û li ber xwe didin em wan jî pîroz dikin. Em bawer dikin ev berxwedana wan dê bi ser bikeve. Gotineke ereban heye. Dibêje di tirs û xwe veşartinê de eybek mezin heye. Di pêşketin û serhildanê de şerefek mezin heye. Divê her kes baş zanibe ku bi tirs û xweveşartinê qeder nayê guhertin. Gelê Kurd jî gerek zanibe em ji bo aştiyê hatine vir. Em ji çar aliyê Kurdistanê ji bo aştiyê hatine vir. Kesên Tirkiyeyê bi rêve dibin dibêjin Kurd birayê me ne. Dibêjin li ser serê me cihê wan heye. Em jî dibêjin em li ser serê wan cih naxwazin. Em li ser erdê xwe cih dixwazin. Li şûna biçin Londra û Waşîntonê pirsgirêkê çareser bikin, bila biçin Kobanê û Qamişloyê pirsgirêkê çareser bikin. Kurdan heta niha kevirek neavêtiye kesî. Lê em li ser axa xwe mafê xwe diparêzin.”

Abdulbarî Tiryakî anî ziman ku duh ji Girava Îmraliyê jî peyam hatiye û qala xwişk û biratiyê dikin ev gelek girîng e.”
Parlamenterê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî axivî û wiha got: “Seyda got yên aştiyê dixwazin qasidê aştiyê bin. Eger Xwedê li me ferz kiribe û gotibe bibin qasidê aştiyê. Piştî 10 salan duh bi RêberAbdullah Ocalan re hevditin hat kirin. Peyama ewil a Rêber Abdullah Ocalan ev bû. Got ‘Li vî welatî û Tirkiyeyê em dixwazin şer bi dawî bibe.’ Me di deh salan de gelek şer dît. Gelek mirov hatin kuştin û gelek komkujî pêk hatin. Lê em hîn aştiyê dixwazin û em hîn li ser gotina xwe ya berê ne. Gelê kurd wekî her carê ji bo aştî û çareseriyê amade ye. Îro tişta ku li Kobanê, Qamişlo û cihêdin tên kirin, gel axa xwe diparêze. Em tenê li ser axa xwe bi rûmet jiyanek azad dixwazin. Wekî din em tiştekî naxwazin. Em dixwazin destê aştiyê li hewa nemîne. Peyama ku ji Îmraliyê hatiye gelek girîng e. Em dixwazin muxatab vê peyamê asas bigirin. Em dixwazin helwesta Zeynel Abîdîn û Mor Qayûb daniye, em dixwazin vê jiyana hevpar li hemû cîhanê belav bikin. Em dixwazin bi hevre bijîn û xwedî statu bin.
Komê piştî daxuyainyê bê navber dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir û dawî li nobeta îro anîn.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

Bi dronên xwekuj êrişî Başûrê Kurdistanê dikin

5 ADAR 2026
Li Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 102 kes hatin kuştin

Li Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 102 kes hatin kuştin

5 ADAR 2026
Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

Navenda Polîsan a Kirmanşanê hate bombebarankirin

5 ADAR 2026
Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

Hunermendên Newrozê yên 3 bajarên din diyar bûn

5 ADAR 2026
Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

Êrişî baregeha Sazmanî Xebat a Hewlêrê hate kirin

5 ADAR 2026
Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

Îsraîl: 300 rampayên moşekên balîstîk ên Îranê hatin rûxandin

5 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Rewşan Doner qezaya trafîkê derbas kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 3 têkoşerên azadî, ked û xwebûnê: Sêvê, Pakîze û Fatma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bafirok li dijî qedexeyan nîşana mezinkirina hêvî û azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (207)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne