• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Jin dê pêşengtiya avakirina aştiyê û civakeke demokratîk bikin’

Fexredîn Kiliç / AW

31 GULAN 2025 - 08:16
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

Amed – Aktîvîsta TJAyê Çîmen Fîdan ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bû, têkildarî naveroka konferansê axivî û destnîşan kir ku jin dê pêşengtiya avakirina aştiyê û civakeke demokratîk bikin.

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de di 28-29ê Gulanê de bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin. Jinan di du rojan de li ser mijarên girîng nîqaş kirin û dawiyê encamnameya konferansa xwe aşkere kirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan li ser konferansê ji ajansa me (AW) re axivî.

Çîmen Fîdan da zanîn ku konferans bi nîqaşên dewlemend du rojan hate lidarxistin û wiha got: “Yekemîn konferansa jinên parlamenter e hate lidarxistin. Girîngiya wê heye. Xebatên tevgera jinan ên cur bi cur hene. Herî dawî li Başûr û Rojava xebat hatin kirin. Di asta parlamenteriyê de hevdîtin jî hebûn. Lê weke konferansa cara ewil e tê lidarxistin. Tevlibûneke pir dewlemend çêbû. Dema em her çar aliyê Kurdistanê digirin dest, pirsgirêkên parlamenterên jin dijîn hene. Ji bo wê jî têkoşîn dikin. Pergala baviksalarî, mêrperest li her derê di meriyete de ye li her cihî dixwazin hemû qadan ji jinan re teng bikin. Çawa ku li kolanan, kuçeyan hemû qadên jiyanê dixwazin qadê ji jinan re teng bikin, li parlamentoyê jî heman feraset dikeve dewrê. Dîsa bi heman ferasetê hewl didin pêşiya jinan bigirin.”

‘Jin dê pêşengtiya avakirina aştiyê û civakeke demokratîk bikin’

Çîmen Fîdan qala naveroka konferansê kir û ev tişt gotin: “Xalên girîng hatin nîqaşkirin. Bi taybetî li ser zimanê zikmakî, di heman demê de li ser çandê pir nîqaş hatin kirin. Ji bo hemû aliyên tev li bûn ev pirsgirêk hebûn. Her wiha tundiya li dijî jinan tê kirin û çawa dikare were çareserkirin hate nîqaşkirin. Di heman demê de bangawaziya ku birêz Abdullah Ocalan di 27ê sibatê de kiribû , ji bo ku li Rojhilata Navîn aştiyeke birûmet û civakeke demokratîk were avakirin nîqaş hatin kirin. Parlamenterên jin jî ev dîsa dubare bi lêv kirin û ji bo ev pêvajo biçe serî encam bistîne me weke pêşeng xwe dît û ji îro pêve pêşengtiya vê em ê bikin. Ji ber ku pêwîstiya civakê bi aştiyê û civakeke demokratîk heye. Dema civaka demokratîk hate heta merheleyekê hingê pirsgirêkên jinan jî, ciwanan jî gel jî dê çareser bin. Encamên pir xurt derketin holê. Di pêşerojê de jî ev encam bi awayekî berfireh dê bi çapemeniyê re were parvekirin.”

‘Ji bo ku gavên qanûnî bên avêtin divê xebatên jinan bên xurtkirin’

Çîmen Fîdan, da zanîn ku yek ji encamên konferansê derketin avakirina Tora Parlamenterên Jin bû û wiha domand: “Jin bi hev re tevbigerin û rêxistina xwe xurt bikin di çareserkirina pirsgirêkan de roleke mezin e. Ji bo vê tor hate avakirin û di heman demê de salê carekê jî be jinên parlamenter werin bahev û konferansên bi vî şiklî berdewam bikin. Ji bo biryarên encamnameya konferansê bikevin meriyetê divê xebat bên kirin. Pirsgirêk pir kûr in konferansa du rojan tê re nake. Divê bernameyên cuda bên lidarxistin. Ev bername divê li Başûr, li Rojava, li Bakur jî bê lidarxistin. Divê partiyên jinên ku tev li konferansê bûne weke temsiliyet tev li van xebatan bibin û berfirehtir bikin. Her wiha divê rol û misyon bigirin ser xwe ku di vê pêvajoyê de xebatên jinan mezin bikin ji bo ku gavên qanûnî bên avêtin, xebatên jinan bên xurtkirin.”

‘Divê ev pêvajo bi her jinekê re were nîqaşkirin.

Çîmen Fîdan, bi lêv kir ku tevgera jinan beriya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de ji bo ku Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe plansaziyeke berfireh danîbû pêşiya xwe û wiha pê de çû: “Piştî 27ê Sibatê jî dîsa tevgera jin li bakur û aliyên din ên Kurdistanê, diasporayê bernameyeke berfireh danî pêşiya xwe. Ev pêvajo divê bi her jinekê re were nîqaşkirin. Herkesekî ku aştiyê diparêze bixwaze aştî pêk were divê di nava van xebatan de cih bigire. Divê carna meş, miting bên lidarxistin. Saziyên sivîl jî rol û misyona xwe bi cih bînin, hemû jinan tev li vê xebatê bikin. Xebateke berfireh li pêşiya tevgera jinan e.”

‘Divê her jinek di vê pêvajoyê de cih bigire’

Çîmen Fîdan herî dawî wiha got: “Konferans têr û tejî borî. Daxwaza me ew e ku jinên tev li konferansê bûn ên nebûn jî di vê pêvajoyê de cihê xwe bigirin. Ji bo civaka demokratîk û ji bo aştiyê divê her kes rol û mîsyona dikeve ser milê wan bi cih bîne.”

 

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê Kendava Hurmuzê girt

Îranê Kendava Hurmuzê girt

3 ADAR 2026
Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 52 kes jiyana xwe ji dest dan

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 52 kes jiyana xwe ji dest dan

3 ADAR 2026
Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

2 ADAR 2026
Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

2 ADAR 2026
Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

2 ADAR 2026
Îsraîlê 4 caran Bêrûdê bombebaran kir

Îsraîlê 4 caran Bêrûdê bombebaran kir

2 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Ji bo entegrasyona demokratîk girîngiya ‘qanûnên azadiyê’ û ‘hiqûqa tavahî’ – 6

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê êrişên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (81)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne