Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Swîsreyê (YJKS) bernameya çalakiyên 8ê Adarê ya Swîsreyê diyar kirin. Jinên kurd dê di pêşengiya YJKSê de 14 rojan li qadan daxwazên xwe bînin ziman.
Jinên kurd dê di pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Swîsreyê (YJKS) de ji 1ê adarê heta 14ê adarê di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman.
Bernameya YJKSê ya Sent Galen û Cenevreyê wiha ye:
* 1ê Adarê: Saet di 14.00an de li Zurichê dê panela Zayenda Civakî li dar bixin. Siyasetmedar Şukran Sincar dê panelê peşkêş bike.
* 2ê Adarê: Saset di 14.00an de li Winterturê panela Zayenda Civakî li dar bixin. Dê Elif Ateş Akgul pêşkêş bike.
* 3 û 9ê Adarê: Dê Biel
filmê bidin pêşandan û gotubêjan bikin.
* 5ê Adarê: Saet di 18.00an de li Luzernê panela Zayenda Civakî li dar bixin. Siyasetmedar û hiqûqzan Ayşe Acar Başaran dê panelê pêşkêş bike.
* 7ê Adarê: Dê li Bernê danasîna Jinwarê bikin. Dîsa dê li ser mijarên Jineolojiyê gotubêj bikin.
* 8ê Adarê: Dê li ser Berxwedana Jinên Kurd a li Cenevreyê panelekê pêk bînin.
* 9ê Adarê: Saet di 14.00an de li Aargauyê li ser mijara Jin û polîtîkayê panelekê amade bikin. Dê Siyasetmedar Yurdusev Ozsokmenler beşdar bibe.
* 14ê Adarê: Dê li ser Dîroka Jinên Kurd panelekê pêk bînin.