Li Navçeya Elbakê ya Wanê Edibe Ozel a 45 salî di bin şert û mercên gumanbar de kuştî hat dîtin.
Jina 45 salî Edibe Ozel, serê sibê li mala xwe ya li gundê Zirkevk ê navçeya Elbakê ya Wanê di bin şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin. Ji bo otopsiyê cenazeyê wê birin Wanê. Hat îdiakirin ku Edibe Ozel berê ji aliyê mêrê pê re hatiye zewicandin ve gelek caran rastî tundiyê hatiye.