Amed – Jinên Amedê yên tev li mitînga 8ê Adarê bûn diyar kirin ku ew spasiya Rêberê Gelê Kurd dikin û ev têkoşîna wan ji bo azadiyê ye û gotin: “Fikrên Rêberê Gelê Kurd asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz. Li her derê koletî heye, lê li dijî wê jî têkoşîna me jî heye. Me bawerî aniye ku em ê vê koletiyê bişkînin û azadiya jinên Kurd mîsoger bikin.”
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîng hate lidarxistin. Bi hezaran jinan bi coş û kelecanek mezin 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin û peyamên aştî, wekhevî û piştevaniya jinan dan. Jinên ku tev li mitîngê bûn hest û peyamên xwe ji Ajansa Welat (AW) re anîn ziman.
‘Ev têkoşîn û pêvajo ji bo azadiyê ye’
Jinên ku tev li mitîngê bûn anîn ziman ku ew naxwazin jin bimirin, bila jin azad bijîn û wiha gotin: “Em ne namûsa kesekî ne. Çawa ku Xwedê zilam afirandiye, wisa jinan jî afirandiye. Mafên wan çi bin, mafên me jî ew in. Em dixwazin her tim aştî û serkeftin hebe. Ev têkoşîn û pêvajo ji bo azadiyê ye. Li her her derê koletî heye, lê li dijî wê têkoşîna me jî heye. Me bawerî aniye ku em ê vê koletiyê têk bibin û azadiya jinên Kurd mîsoger bikin. Îsal em ê teqez azad bibin; paradîgmaya me paradîgmaya azadiyê ye ku hemû mirovahiyê azad bike.”

‘Bila jin hêz û fikrên xwe bi azadî bi kar bînin’
Jinan diyar kir ku îro roja jinan e û ew ê teqez bi ser kevin û ew êdî naxwazin dayîk bi êş bijîn û gotin: “Em aştî û wekheviyê dixwazin, em şer naxwazin. Em naxwazin tu tiştekî xirab çêbibe. Em dibêjin êdî bes e, em êdî nikarin êş ê bikişînin. Em dibêjin bila tiştek neyê serê ciwanên me, bila dayikên me êdî êşê nekişînin. Bila deriyên girtîgeh û zindanan, deriyên çiya û çolan vebin. Me digot qey dê aştiyeke xêrê çêbibe, lê tiştek nekete destê me. Em 8ê Adarê li vê qadê, li tevahiya cîhanê û li her dera ku em lê ne, pîroz dikin. Em ê bi ser kevin. Înşelah dê bi xêr be û dijmin ji me dûr bikeve. Em dixwazin hemû jin azad bin û jin azad bijîn. Bila jin hêz û fikrên xwe bi azadî bi kar bînin.”
‘Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz’
Jinan da zanîn ku wan li qadê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kelecanek mezin pêşwazî kiriye û wiha gotin: “Em aştiyê dixwazin û înşelah wê rojên xweştir li pêşiya me bin. 8ê Adarê berxwedan e, jiyan e; Jin, jiyan, azadî ye. Gelê Kurd bi ser ketiye û têk naçe. Îro li vê qadê, peyama birêz Ocalan hate xwendin û silavên wî hebûn. Ji bo peyama wî em spasiya wî dikin. Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz.”












