Êlih – Jinên ku li Êlihê tev li mitînga 8ê Adarê bûn diyar kirin ku ew vê rojê weke berxwedanê bi nav dikin û gotin: “Em dixwazin jin li her dera cîhanê azad bibin, xwe îfade bikin û xwe biparêzin.”
Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad û Meclisa Jinan a DEM Partiyê de bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê duh li Êlihê mitîngek hate lidarxistin. Jin bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li mitîngê bûn tevî barîna baranê jî bi tilîlî, dirûşm, stran û gerandina govendê bi coş bûn. Jinên ku tev li mitîngê bûn ji ajansa me re axivîn.
Jinên Êlihê diyar kirin ku 8ê Adarê ji bo wan rojeke gelek girîng e û ev tişt gotin: “Em vê rojê weke bîranînê bi bi bîr naînin, em weke berxwedanê bi nav dikin. Em dixwazin jin li her dera cîhanê azad bibin, xwe îfade bikin û xwe biparêzin. Bi taybetî jî jinên Kurd gelek êş û jan û axîn kişandine. Êdî em naxwazin ku dayîkên me bigirîn. Em jin li her qada jiyanê ked didin û li ber xwe didin. Dema ku tê em li çiya şervan in, dema ku tê em li malê dayîkin û dema ku tê li qadan e. Ew keziyeke me jêkin em ê bi hezaran keziyan bihunin. Em roja jinan li gerîlayên serê çiya, Rêber Apo, li hemû jinên girtî û li hemû jinên cîhanê pîroz dikin.” Jinan xwestin ku êdî kuştina jinan bê sekinandin û aştî û azadî pêk were.
‘Em hêvî dikin ku ev roj bibe wesîleya azadiyê’
Jinan 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin û daxwaz kirin ku bi 8ê Adarê re hemû kesên ku di zindanan de tên ragirtin azad bibin. Jinan bal kişandin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye dest pê kirin û gotin: “Em jin îro di heman demê de ji bo azadiya Rêbertî jî li vir in. Ger ku azadiya Rêbertî pêk bê, dê azadiya jinê jî pêk bê. Niha pêvajoyek heye, tişta ku ji destê Serokatî tê dike. Divê êdî dewleta Tirk jî hin tiştan bike û aştiyekê bîne vî welatî. Her ku pêvajo hatiye destpêkirin ne gerîla û ne jî leşker têne kuştin gelek xweş e. Bes e dê ev xwîn rijandin heta kengê bidome.”













