Delegasyona Jinên Sloven ku ji 14 kesan pêk tên serdana JIN TVyê kirin û derbarê rojnamevaniya jinên Kurd de agahî girtin.
Delegasyona jinên siloven ku ji rojnamevan, xwendevan û mamosteyan pêk tê. serdana JIN TVyê kirin. Delegasyon bi armanca piştgiriya JIN TV û naskirina xebatên rojnamevaniya jinên Kurd serdana televîzyonê kirin. Ji bo danasîna kar û xebatên rojnamevaniya jinên Kurd ji aliyê rojnamevan Devrîm Arslan û Aysel Avesta ve seminerek ji bo delegasyone hat pêşkeş kirin.
Delegasyona Jinên Sloven ji bo pirsgirêkên rojnamevanên jin ên Kurd ji nêz ve nas bikin û di ragahandina Slovenya de bikin rojev bi xebatkarên JIN TVyê re hevpeyvînên taybet çêkirin. Di heman demê de endamên delegasyonê ji bo armanca serdana xwe vebêjin bûn mêvanê bernameya Jin TV ya Nêrîna Azad.