• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tobîas Tuncel: Ji tundûtûjiya li Helebê gelekî bi fikar im

    Tobîas Tuncel: Ji tundûtûjiya li Helebê gelekî bi fikar im

    Îlham Ehmed: Em girêdayî peymanê ne

    Îlham Ehmed: Em girêdayî peymanê ne

    Nexweşxaneya Şêxmeqsûd bi dijwarî tê topbarankirin

    Nexweşxaneya Şêxmeqsûd bi dijwarî tê topbarankirin

    Sîpan Hemo: Çi ji destê me bê em ê bikin

    Sîpan Hemo: Çi ji destê me bê em ê bikin

    Hêzên Ewlekariyê derbeyên giran li çeteyan xistin

    Hêzên Ewlekariyê derbeyên giran li çeteyan xistin

    Jinên li Parîsê û Silopiyayê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

    Jinên li Parîsê û Silopiyayê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tobîas Tuncel: Ji tundûtûjiya li Helebê gelekî bi fikar im

    Tobîas Tuncel: Ji tundûtûjiya li Helebê gelekî bi fikar im

    Îlham Ehmed: Em girêdayî peymanê ne

    Îlham Ehmed: Em girêdayî peymanê ne

    Nexweşxaneya Şêxmeqsûd bi dijwarî tê topbarankirin

    Nexweşxaneya Şêxmeqsûd bi dijwarî tê topbarankirin

    Sîpan Hemo: Çi ji destê me bê em ê bikin

    Sîpan Hemo: Çi ji destê me bê em ê bikin

    Hêzên Ewlekariyê derbeyên giran li çeteyan xistin

    Hêzên Ewlekariyê derbeyên giran li çeteyan xistin

    Jinên li Parîsê û Silopiyayê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

    Jinên li Parîsê û Silopiyayê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kakşar Oremar: Dewleta Tirk hê jî di qonaxa yekemîn de ye

Onder Akbulut / AW

10 MIJDAR 2025 - 08:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Rojnameger û nivîskar Kakşar Oremar derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî û got: “Sedama herî mezin a pêşveneçûna pêvajoya aştiyê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dij Rojava û HSDê ye. Tirk dixwazin xweseriya Rojava ji holê rakin, dixwazin HSDê tune bibe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyekê dest pê kir. Piştî banga Abdullah Ocalan, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe 12emîn pêk anî û xwe fesix kir. Piştî vê yekê di 11ê Tîrmehê de komeke gerîla ku Hevseroka KCKê Besê Hozat jî di nav de bû, çekên xwe şewitandin. Herî dawî di 26ê Cotmehê de dîsa komeke gerîla li Qendîlê daxuyanî da û ragihandin ku wan hêzên xwe ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vekişandine. Tevî van gavên şênber jî dewletê ji bilî avakirina Komîsyona Demokrasî, Xwişk- Biratî û Hevgirtina Millî ti gavên şênber neavêtiye.
Rojnameger û nivîskar Kakşar Oremar têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji ajansa me re axivî û bêdiliya dewleta Tirkiyeyê nirxand.

‘Dewletê hê jî tiştên pêwîst pêk neanîne’

Kakşar Oremar diyar kir ku ji salekî zêdetir e pevajoyê dest pê kiriye, lê pêvajo tenê ji hêla Kurdan ve pêşde çûye û got: “Kurdan gavên girîng ên dîrokî avêtin. PKKê xwe fesix kir, şerê çekdarî hate rawestandin. Çek hatin şewitandin, gerîla ji bakurê Kurdistanê vekişiya. Kurdan ji hêla xwe ve pêvajo kûr û dûr ajot lê mixabin dewlata Tirk hê jî di qonaxa yekem de ye. Ji aliyê dewletê ve tu gav nehatine avêtin. Bes tenê komîsyonek ava kirin ku ew jî ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lê ji be çek danîna PKKê karê xwe dike. Tiştên ku di Girava Îmraliyê de di navbera mijara axftina du aliyan de hebûn yek jî nehatiye cih; azadkirina girtiyên siyasî û bi taybetî yên ku zêdetirî 30 salane di girtîgehên dewletê de ne, derketina Selahttîn Demîrtaş û mafê hêvîyê ji Rêzdar Ocalan re, paşvekişadina qeyûman, sekinandina êrişên hêzên leşkerî û hwd. yek jî nehatiye cih. Mînak pêwîst bû berî 6-7 mehan siyasetmedarên Kurd Selahattîn Demîrtaş, Bekîr Kaya, Leyla Guven, hemû girtiyên din û girtiyên nexweş bihatana berdan, lê tevî ku ji dewletê re ne rîskeke siyasî bû û ne jî barekî giran bû, dîsa jî ev pêk nehatin. Tenê sekinandina şer ji Kurdan re baş e, wekî din salek derbas bû û dewleta Tirkiyeyê hê jî li ser planên xwe yên qirêj berdewam dike.”

‘PKK ji rayedarên dewletê dilrasttir e’

Kakşar Oremar da zanîn ku heya niha PKKê bi awayekî yek alî zêdetirî 12 caran agirbesta yek alî ragihandiye û PKK her carê ji rayedarên dewleta Tirkiyeyê dilrasttir tevgeriyaye û ji ber vê yekê jî gelekî ketiye ber rexneyên civaka Kurd û axaftina xwe wiha domand: “Gava em dêna xwe didine mijarê tu haziriya dewletê ji bo aştiyê bi Kurdan re nîn e. Çima? Ji ber ku dewleta Tirk hebûna Kurdan weke netewe, mafên Kurdan yên hevbeş, civakî, siyasî û çandî qebûl nake. Bi vê mantelîteyê çarseriyek ji hêla berpirsên dewletê ve nayê pêşxistin. Bi dayîna hinek mafê mirovan, hiqûqî an jî demokrasîyeke lîberal, pirsgirêka Kurdan nayê çareserkirin. Pirsgirêka Kurdan pirsgirêka nasname, erdnigarî, çandî-netewî û dîrokeke dêrîn e. Mejî, siyaset, ziman, axaftin, kar û pratîkên wan Tirkên xwedî desthilat mîna berê ne. Ji bo serkeftina çareseriyê, aştiyeke adilane û mayinde pêwîst e, lê ji bo dewletê serkeftina yekê û dawiyê tasfiye û teslîmbûna Kurdan e. Ev mêjî neyê guherandin wê demê ev pêvajo jî qet ser nakeve. Îradeya Kurdan li ser axa me bi qetliaman re hatiye, ew îrade nehatiye şikandin û serhildanên li Kurdistanê jî berdewamin. Ji ber wê yêkê jî divê dewleta Tirkiyê berê dawa lêborînê ji Kurdan bixwaze û piştre jî li ser esasê hinek daxwazên dîrokî-neteweyî pirsgirêk bikevin ser masa muzakereyan. Êdî asta rewşenbîriya siyasî di nava Kurdan de wisa bilinde ku ew ê nikaribin bi xapandkarî û fêlbaziyên xwe yên salên berê hêza siyasî a Kurdan li dijî Kurdan bikar bînin.”

‘Dewleta Tirk ji ber neçariyê xwe da ber pêvajoyê’

Rojnameger Kakşar Oremar bal kişand ser rewşa dewleta Tirk û diyar kir ku dewleta Tirk ji ber neçarî û bêhêziyê û konjoktûra ku li pey 7ê Cotmeha 2023yan bi şerê Hemas û Îsraîlê re derket holê xwe daye ber vê pêvajoyê û wiha pê de çû: “Dewlet ji dewletbûnê ketiye destê mafiyayan, aliyê aborî, siyasî yê dewletê gelek xirab e. Di vê rewşê de dixwazin bi awayekî erzan Kurdan li gel xwe bibînin heya ku rewşa heyî li Rojhilata Navîn tê gûherandin. Ev jî ji bo gelê Kurd re metirsiyeke mezin û dîrokî ye. Herwiha hûn jî dizanin ku desthilata AKP-MHPê li ser hîmê tunebûna gelê Kurd çêbûye û zêhniyeta wan ne mumkine di saetkê de bê gûherandin, taktîka dikin û Kurd jî neçarin bersiva wan bidin. Kîna wan ne mukine wiha rihet li dijî Kurdan xeslas bibe, di felesefe û sosyolojiya dewleta Tirka de rêbazên Makyawelîstî û ev rastî heye: ya têk diçe yan jî têk dibe û aliyê din dişkêne. Ya girîng bi taktîkên dewletê yên rôjê re aliyê Kurd jî li ber raya giştî a cihanê bersivên maqûlane dane û di raya giştî a cihanê de jî pêwşwazî baş bû.”

‘Gava PKKê destê Kurdan xurttir kiriye’

Kakşar Oremar îşaret bi çek şewitandina gerîlayên PKKê kir û got: “Vê gava PKKê destê Kurdan û dengê dîplomasiyê di nava Kurdan de bihêztir kiriye, hinek rêyên nû jî li ber Yekitiya Ewropayê vekir ku êdî astengîyên berê nemînin û di mijara Kurdan de siyaseta wan bê gûherandin. Lê destê dewleta Tirk teng û tengav e, wan hêvî nedikir ku PKK bersiveke wiha bide. Ew li bendê bûn ku dubendî bikeve navbera Qendîl û Îmraliyê, lê wisa çênebû. Ne fermandarên PKKê ji hev cuda bûn, ne jî nakokî di navbera aliyan de derket. Yanê niha dîsa weke salên berê li pey provakasyonan in ku şerekî çêbikin û bi wê hincetê dîsa pêvajoyê biqedînin. Pêwîst bû hê di Nîsan, Gulan û Hezîrana îsal de hinek yasayên nû derxistina, yek jî derneket.”

‘Sedem nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava ye’

Kakşar Oremar nêzikatiya dewleta Tirk ya li dij Rojava jî nirxand û da zanîn ku sedama herî mezin a pêşveneçûna pêvajoya aştiyê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dij Rojava û HSDê ye û got: “Tirk dixwazin xweseriya Rojava ji holê rakin, dixwazin HSD ji holê rabe. Devlet Bahçelî berî çend rojan jî ev daxwaz beyan kir. Lê ev yek çênabe. Ger li Rojava HSD û HTŞ li hev werin, wê demê dibe ku pêvajo bikeve qonaxeke nû, lê ew lihevhatin jî pir zehmet e, yê bêşer çawa be, ev jî ne zelal e.”

‘PKKê destkeftiyên mezin kirin male dîrokê’

Kakşar Oremar di mijara xwefesixkirina PKKê de jî nirxandin kir û bi lêv kir ku şer li ku derê hebe tenê wêranî û malwêraniyan bi xwe re tîne û wiha axivî: “PKKê di temenê têkoşîna xwe de destkeftiyên mezin kirine malê dîrokê. Partiyeke ku li Kurdistanê alîgirên wê ji hemû partiyên din zêdetire. Êdî PKKê xwe fesix kiriye û dema şerê kilasîk jî nemaye, lê ew nayê wê wateyê ku gelê Kurd yê bêparastin, bêşervan be yan jî hebûna xwe bispêre destê dagîrkeran. Weke hêzeke leşkerî HPG hê heye lê şerên klasîk li hemû cihanê xelas bûne, êdî dem dema şerê bi teknolojiya modern e. Li Bakur rewastandina şer bi her awayî baş e, şerê bakurê Kurdistanê pir dirêj meşiya û dawiyê jî xitimî. Ger derfet çêbibe û têkoşîna siyasî dest pê bike yê gelek baştir be. Ger êrişî Rojava nekin êdî şer nabe. Li Bakur û Tirkiyeyê têkoşîna siyasî dest pê bike, partiyeke nû ava bibe û pê re jî kadroyên nû bikevin dewrê û xebatê bikin, dê Tirk neçar bimînin ku şerê li dijî Kurdan bisekînin.”

‘Ger pêvajo bi ser bikeve ew xeyalên Erdogan dê pûç bibin’

Kakşar Oremar diyar kir ku pêvajo bi ser bikeve dê bandor wê li ser perçeyên din ên Kurdistanê pozitîf be, ji ber ku PKKê bi xebatên xwe yên pirralî sînoran di nava Kurdan de nehêlane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkiliyên Bakur tevî bizavên Kurdên Rojhilat, Rojava, Başûr û Kurdên li cihanê dê baştir be. Êrişên dewleta Tirk ku bi hinceta hebûna Gerîlayên PKKê di sinorên bakur-başûrê Kurdistanê de û yên li ser Rojava gere bi vê pêvajoyê re bisekinin. Dewleta Tirk salên dirêj e ku bi xewnên siyaseta hegomonîk û Neo-Osmanî li heremê heye û bi hemû hewldanên xwe dike ku hêzên demokratîk ku Kurd pêşengiyê jêre dikin, biser nekevin. Ger pêvajo biser bikeve ew xeyalên Erdogan dê pûç bibin.”

 

 

Etîket: Banga Aştî û Civaka DemokratîkKakşar Oremarpêvajo
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

31 KANÛN 2025
Hevserokê Federasyona Îslamî: Divê em xwedî li Serok û pêvajoyê derkevin

Hevserokê Federasyona Îslamî: Divê em xwedî li Serok û pêvajoyê derkevin

26 KANÛN 2025
Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

17 KANÛN 2025
Partiya Gelecekê: Divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan bê naskirin

Partiya Gelecekê: Divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan bê naskirin

17 KANÛN 2025
Rêberê Gelê Kurd kuştin dan sekinandin

Rêberê Gelê Kurd kuştin dan sekinandin

16 KANÛN 2025
Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

14 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (300)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne