• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kampanya piştgiriya bi Rojava re destpê kir

Navenda Nûçeyan / AW

10 KANÛN 2024 - 15:34
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
DBPê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo alîkarî û piştgiriya gelê Rojava dest bi kampanyayê dikin.

Li hemberî krîza mirovî ya li herêmê ku piştî êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên xwe dispêre Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir, karên Rêveberiya Xweser dewam dikin. Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) daxuyanî da. DBPê anî ziman ku ji bo mirovên ji cih û warê xwe bûne wan dest bi kampanya alîkariyê kirine. Rêxistina Amedê ya DBPê li avahiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û destpêkririna kampanyayê ragihandin.

Hevserokê DBPê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û anî ziman ku êrîş li ser mafê jiyanê yê gelê Kurd tê kirin. Mehmet Şîrîn Gurbuz da zanîn ku Artêşa Neteweyî ya Sûriye (ANS) yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, DAIŞî ne ku tenê nav û kincê xwe guhertine. Gurbuz wiha axivî: “Dest ji polîtîkayên xwe berdin ku mafê jiyanê nade gelê Kurd, şer û tecrîdê ferz dike. Dîmenên dikevin medyayê cihê metirsiyê ne. Em bi mejiyekî welê re rû bi rû ne ku dijminê jinê, xakê û mirovahiyê ye.”

Mehmet Şîrîn Gurbuz êrîşên li ser Rojava û herêmên Kurdan weke êrîşa li ser Amedê pênase kir û got, “Weke gelê Amedê û gelê Kurdistanê em dixwazin bibêjin ku li hemberî êrîşên bi vî rengî em ê bêdeng nemînin. Ji bo şert û mercên jiyaneke aştiyane bêne afirandin, danûstandin bêne kirin divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û pêşniyarên wî bêne wergirtin.”

Mehmet Şîrîn Gurbuz bal kişand ser ruhê Kobanê û wiha axivî: “Em kampanyayên alîkarî û piştgiriyê yên têne destpêkirin xurt bikin. Çawa ku bi ruhê Kobanê gelan çi ji dest hat kirin û gelê Kurd bi tenê nehiştin, gelê Rojava îro jî li benda alîkariya gelê Kurdistanê, gelên Tirkiyeyê û tevahiya mirovahiyê ye. Destê bê dirêjkirin destê biratiyê ye, destê ji bo mirovahiyê ye.”

‘Dilê me bi gelê Rojava re ye’

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray jî anî ziman ku ji ber êrîşan mirov neçar man koç bikin û bangeke bi vî rengî kir: “Em destê xwe dînin ser wijdanê xwe û piştgiriyê bidin kampanya alîkariyê. Li gorî hêza xwe betanî, kinc, xwarin, pêlav, erzaqê kom bikin û bigihînin avahiyên me yên navçeyan ku em karibin destê xwe bigihînin Rojava. Bila gelên Rojava û Sûriyeyê zanibin ku dilê me bi wan re ye. Ji bo wan çi ji destê me bê em ê bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 486 kes hatine kuştin

9 ADAR 2026
Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

9 ADAR 2026
Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

9 ADAR 2026
‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

9 ADAR 2026
Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

9 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne