Şopandina kanala WhatsAppê ya MAyê ji ber hinceta nûçeyek têkildarî ji nû ve rêxistinbûna DAIŞê hate astengkirin.
Şopandina kanala WhatsAppê ya Ajansa Mezopotamyayê, bi hinceta nûçeya “DAIŞ ji nû ve bi rêxistin dibe; Bi hezaran şaneyên xwe ve li benda firsenda êrişê ye” hate astengkirin.
Di nûçeya MAyê ya di 5ê Çileyê de hatibû diyarkirin ku DAIŞ bi serkirdayetiya Muhamed Sîd Silebî, li Sûriyeyê ji nû ve bi rêxistin dibe. Her wiha di nûçeyê de hatibû destnîşankirin ku DAIŞ tevî 4 hezar şaneyên xwe ji bo êrişê li benda firsendê ye.










