Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên ji hêla gelê Kerkûkê ve hatine komkirin wekî karwanê duyemîn ber bi Rojava ve derxiste rê.
Têkildarî qampanyaya alîkariyê li Salona Şahiyan ya Taxa Şorçey ya Kerkûkê daxuyaniyek hate dayîn. Yek ji rêveberên qampanyaya alîkariyê Hêmin Hesîb têkildarî xebatan agahî dan û balkişand ser pêwistiya alîkarî û hîstiyariya gelê Kerkûkê. Hêmîn wiha axivî: “Piştî komkirina alîkariyê niha bi hevkariya Heyva Sor ya Kurdistanê, me dest bi şandina alîkariyê kir. Alîkariyên me wekî karwanek duyemîn ji bo Rojava derket rê.”
Rêveberê Tîma Qampanyayê Elî Ebdulrehman jî diyar kir ku 35 milyon dînar û 15 barhilgir pêwîstiyên esasî yên jiyanî dişinin û wiha got: “Di qonaxa yekem de 24 barhilgir, 103 milyon dînar ji bo gelê Rojava hate şandin. Spasiya hemû xelkên alîkarî kirine, dikîn.”
Banga berdewamiya hîstiyariyê

Nûnerê Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê Ferhan Mihemed jî spasiya gelê Kerkûkê kir û anî ziman ku dê alîkariyan bigihînin gelê Rojava ku di bin ambargo û zordariyek mezin de ye. Di daxuyaniyê de banga hîstiyariyê û berdewamkirina alîkariyan hate kirin.













