• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji KCKê peyama Enfalê: Hêj li ser Kurdan planên komkujiyê tên kirin

Navenda Nûçeyan / AW

14 NÎSAN 2026 - 15:37
Kategorî: ROJANE
A A
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi daxuyaniyek nivîskî qurbaniyên komkujiya Enfalî bi bîr anî. KCKê diyar kir ku Enfal yek ji komkujiyên herî hovane, zaliman e û bi êş a dîroka mirovahiyê ye û wiha got: “Talûkeya komkujiyan nepediya ye û îro jî li ser gelê Kurd planên komkujiyê tên kirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiya Enfalê bibîr anî û ev komkujiî wekî ji komkujiyên herî hovane ên di dîroka mirovahiyê de pênase kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; ‘‘Di vê demê de ku di salvegera komkujiya Enfalê de em bi sed hezaran qurbaniyan bi bîr tînin, metirsiya komkujî û qirkirinê ya li ser gelê Kurd hîn jî dewam dike. Hîn jî hêzên înkarker û asîmîlasyonîst li dijî gelê me planên komkujî û qirkirinê dikin, bi vê armancê têkiliyê bi her hêzê re datînin.’’

‘Li dijî zexta komkujiyê emê têkoşînê mezin bikin’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê di daxuyaniya xwe de ev peyam dan: “Em vê komkujiya hovane ya li derveyî mirovahiyê ku ji bo tunekirina bigiştî ya gelê me hate kirin, careke din bi tundî şermezar dikin. Hemû kesên di komkujiyên Enfalê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê em êşa mezin a tevahiya gelê Kurdistanê ji kûrahî ve hîs dikin û biryardariya xwe destnîşan dikin ku ji bo rizgarkirina gelê xwe ji zexta komkujî û qirkirinan û misogerkirina azadiyê têkoşîna xwe hîn mezin bikin.”

‘Hêzên hegemonîk hêzkan komkujeran’

KCKê destnîşan kir ku ev qirkirina li dijî gelê Kurd hate kirin bêguman di wijdanê mirovahiyê de mehkûm bûye û bi vî rengî dewam kir: “Gelê me wijdanê mirovahiyê gelekî hêja dibîne û pê bawer e. Lê belê li gel ku van êrişan bi salan dewam kir û bi rengekî eşkere hatin kirin jî ne dewletan ne jî saziyên navneteweyî nerazîbûn nîşan dan. Di rewşeke welê de ku gelê me di bin komkujiyê de dinaliya, dewletan siyaseta xwa ya berjewendiyan meşandin û têkiliya xwe yên bi rejîma Saddam ê zalim re dewam kirin. Weke li Dêrsim û Geliyê Zîlan, di komkujiyên Enfalê de jî saziyên navneteweyî yên di bin bandora dewlet û hêzên hegemonîk de tevdigerin bêdeng man û hêz dan komkujeran. Bi taybetî hêzên hegemonîk bi polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn re bûn sedema komkujî û qirkirinan. Di encama vê polîtîkayê de gelên din ên li Rojhilata Navîn jî li komkujî û qirkirinê rast hatin.”

‘Metirsiya komkujiyê berdewam dike’

KCKê da zanîn ku di vê salvegera komkujiya Enfalê de bi sed hezaran qurbaniyan bi bîr tînin, metirsiya komkujî û qirkirinê ya li ser gelê Kurd hîn jî dewam dike û wiha pêde çû: “Hîn jî hêzên înkarker û asîmîlasyonîstên li dijî gelê me planên komkujî û qirkirinê dikin, bi vê armancê têkiliyê bi her hêzê re datînin. Gelê me herî dawî li Rojava ev metirsî dît û bi ruhê yekîtiya neteweyî û welatparêziyê rabû saer piyan, li kêleka şervan û gelê Rojava sekinî û nehişt ku komkujiyeke din rû bide. Ev helwesta gelê me raxist pêş çavan bê yekîtiya neteweyî ya demokratîk çiqasî pêwîstî û girîng e. Divê hêzên welatparêz ên Kurdistanî vê bibînin û ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya demokratîk hewl bidin.”

KCKê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Bi vê wesîleyê em bang li wan hêzan dikin ên ku bi mejiyê berê tevdigerin ku dest ji vê israra xwe berdin û bang li dewlet û saziyên navneteweyî jî dikin ku li hemberî êrişên li ser gelê me bêdeng nemînin, dest ji siyaseta xwe ya berjewendiyan berdin û nebin zemîna komkujiyan. Em careke din her kesên di Enfalê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.”

Etîket: Başurê KurdistanêEnfalGelê kurdKCK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCK: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina hevgirtina civakî

25 GULAN 2026
KCK: Axaftina bi Kurdî têkoşîna li dijî asîmîlasyonê ye

KCK: Axaftina bi Kurdî têkoşîna li dijî asîmîlasyonê ye

15 GULAN 2026
‘Bûka Kurdistanê’ ya berxwedêr: Leyla Qasim

‘Bûka Kurdistanê’ ya berxwedêr: Leyla Qasim

11 GULAN 2026
KCKê şoreşgerên Kurd û Tirk bi bîr anî

KCKê şoreşgerên Kurd û Tirk bi bîr anî

6 GULAN 2026
Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

5 GULAN 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

29 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Anatolyaya Navîn pîrozbahiya Xidirelyaz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erka Tom Barrack bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Trump dê biryara dawî ya peymana bi Îranê re bide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (762)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne