Êlih – Metîn Toprak ê ku 30 sal in di girtîgehê de ye kêliya ku ew ji girtîgehê hat nexweşxaneyê serdana dayika xwe, di vê kêliyê de dayika wî Xanim Toprak dilê wê têr nekir û xatir ji jiyanê xwest û jiyana xwe ji dest da.
Bi hezaran dayik, bav û ferdên malbatê beriya ku bigihîjin girtiyên xwe, jiyana xwe ji dest didin. An jî bi hezaran girtî beriya ku bigihîjin dayik û bavên xwe, lê dayik û bavên wan ji vê dinyayê bar dikin, jiyana xwe ji dest didin. An girtî bi saxî û selametî nagihîjin malbatên xwe an jî dayik û bavên wan temenê wan têr nake û xatirê xwe ji dinyaya ku Kurd lê ne azad in dixwazin.
Yek ji van girtiyan û dayikan jî Metîn Toprak û dayika xwe Xanim Toprak e. Metîn Toprak 30 sal in girtî ye. Niha li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin. Berdan ango cezayê Metîn Toprak 9 meh hatibû dirêjkirin. Tê payîn ku cezayê Metîn Toprak di 28ê Kanûnê de biqede û were berdan.
Xanim Toprak ev çend mehên dawî bi nexweşiyek giran a dil re rû bi rû mabû, di rojên dawî de rewşa wê giran bûbû û li Beşa Çavdêriya Awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê dihat dermankirin. Dayika Xanim roja 20ê Kanûnê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û bêyî ku Metînê xwe û zarokên wê yên di doza azadiyê de têdikoşin hembêz bike, xatir xwest.

Piştî ku Metînê xwe dît, wefat kir
Piştî malbat agahî dide rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kiriklarê ya Îzmîrê, Metîn Toprak bi bedela 107 hezar lîreyî bi destûra dozgeriya girtîgehê anîn nexweşxaneyê cem dayika wî. Hevseroka MEBYA-DERa Êlihê keça dayika Xanimê, Nezahat Toprak dibêje; “Piştî ku Metîn anîn nexweşxaneyê, kêliya ku dayika min wî dît û çavê xwe li jiyanê girt. Ev pergala zalim nehişt ku Metîn û dayika min têr hev hembêz bikin. Dayika min piştî kêliyekê ku Metîn dît û dilê wê ranegirt û xatir ji me xwest. Dayika min bi salan bû li benda Metîn bû, lê herî dawî di wê kêliya nexweşxaneyê hev dîtin. Nexwê dayika min ew çend roj jî li benda Metînê xwe sekinîbû. Dayika min bi hesret û êşa Metîn û zarokên xwe ji v ê jiyanê koç kir.”
Piştî ku dayika Xanim jiyana xwe ji dest da û li Goristana Girbereşk a li navenda Êlihê hate veşartin, Metîn Toprak di nav dorpêça leşkeran de dibin ser gora dayika wî.

Di salvegera roja ku kurê wê diçe koça dawî dike
Kurekî dayika Xanim bi navê Şehmûs Toprak (Mazlum Raman) jî di nav refên PKKê de sala 2003yan li Çiyayê Gabarê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Balkêş e ku dayika Xanim roja ku kurê wê Şehmus Toprak ku 20ê Kanûna 1998an de tev li nav PKKê dibe, ew jî jiyana xwe ji dest dide.
Metîn Torpak jî di sala 1995an de li Bedlîsê tê girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Gelek nas û xizmên din ên dayika Xanim di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane. Keçek dayika Xanimê jî di nav Tevgera Azadiyê de ye û bi salan bû ku dixwest keça xwe bibîne. Kurê dayika Xanimê, Mazlum Toprak jî du sê sal in çûye Ewropayê û hev nedîtin.
Xanim Toprak tenê ne dayikek bedeldayîbû, di heman demê de ew alîgirek Amedsporê bû û gelek caran diçû li Stada Amedê temaşeyî maça Amedsporê dikir. Dayikek dilşewat û dilperitî bû, bêyî ku ew mîsogeriya azadiya Kurd û Kurdistanê bibîne, konê xwe ji nav konan bar kir û xatir xwest.








