• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin  HATE NÛKIRIN

    Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin HATE NÛKIRIN

    Li Amedê cangorî hatin bibîranîn: Bi saya wan pêvajoyê dest pê kir

    Li Amedê cangorî hatin bibîranîn: Bi saya wan pêvajoyê dest pê kir

    29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

    29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

    Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

    Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin  HATE NÛKIRIN

    Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin HATE NÛKIRIN

    Li Amedê cangorî hatin bibîranîn: Bi saya wan pêvajoyê dest pê kir

    Li Amedê cangorî hatin bibîranîn: Bi saya wan pêvajoyê dest pê kir

    29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

    29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

    Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

    Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ketine taya tinekirina Kurdan

Navenda Nûçeyan / AW

14 KANÛN 2024 - 13:19
Kategorî: FORUM
A A
Nivîskarê Ozgur Polîtikayê Zekî Akil bal kişand ser polîtîkayên desthilata AKPê ya li dijî kurdan û destnîşan kir ku ji bo kurdan tune bikin, berê komên Artêşa Nijadperest a Sûriye (ANS) didin kurdan.

Nivîskarê Rojnameya Ozgur Polîtîkayê Zekî Akil bi sernavê “Ketine taya tunekirina Kurdan” di malpera Ozgur Polîtîkayê de gotarek girt dest û bal kişand ser polîtîkayên desthilata AKPê û rêveberiya Erdogan a li dijî gelê Kurd. Nivîskar Zekî Akil destnîşan kir ku rêvberiya Erdogan berê çeteyên ANS (SMO) dide Kurdan û dixwazin kurtan tune bike û got: “Rasterast Erdogan bi xwe şer koordîne dike û desteka hewayî dide wan. Hewl didin Erebên li herêmên Rêveberiya Xweser provoke bikin, herêmê tevlîhev bikin û bêîstîkrariyê ava bikin.”

Nivîsa Zekî Akil a bi sernavê “Ketine taya tunekirina Kurdan” wiha ye:

Çapemenî û derdorên Tirk ên nêzî desthilatê, pêşketinên li Sûriyeyê ji bo xwe veguherandin rewşeke serketinekê. Bi valatiyên ku ava bûne û guhertina hevsengiyan re dixwazin HSDê biqedînin û mijara Kurdan bigirin. Em dikarin bibêjin ku di mijara Kurdan de hişê wan sekiniye. Gelo yên ku dibêjin “Kurd û Tirk xwişk-bira ne, hezar sal in em bi hev re dijîn” ji bo ku Kurd bên kuştin ewqasî kêfxweş dibin? Gelo rewşeke asayî ye ku bi vî rengî nêz bibin? Yên ku vê tînin bîra mirovan û lêpirsîn dikin, li hewirdorê naxuyên.

Li Tirkiyeyê her çend hejmar tam neyê zanîn jî, nifûseke Kurd a digihêje bi deh mîlyonan heye. Ev Kurd bi gelê Tirk re bi hev re dijîn. Bi hev re li dibistanan dixwînin, di leşkeriyê de xizmetê dikin, di cîhana kedê de dixebitin. Gelên ku bi hev re dijîn çawa dikarin vê zext û perçiqandina li dijî hev qebûl bikin? Ma ji bo klîka şer a ku felaketên mezin li dijî Kurdan birêxistin dike, çawa dibe wesîle? Ev pirs dikarin werin zêdekirin. Dema ku mirov bi çavê kesên ku haya wan ji dîrokê heye û hurmetê nîşanî hebûna gelan didin li bûyeran dinêre, mirov dibîne rewşeke ku hişê mirov nagire dertê holê.

Kurdan çi bi dewleta Tirk kirine, çi senaryoyên karesatê kirine yan jî di nav de hene? Tiştekî bi vî rengî nîne. Kurd di navbera çar dewletan de hatiye parçekirin û îradeya wan tine hatiye hesibandin. Rastî asîmîlasyoneke sîstematîk hatine. Di vî alî de Kurd gelekî maxdûr û gelekî bindest e. Tişta ku dixwazin ew e ku hebûna wan bê qebûlkirin û îradeya wan li ber çavan bê girtine. Ti dewletî parçe nekirine. Di rewşa heyî de nabêjin em ê dewleteke cuda ava bikin. Îradeya xwe ya jiyana bi hev re ya gelên ku bi hev re dijîn, nîşan didin. Aştî û demokrasiyê dixwazin. Vê yekê ne tenê ji bo xwe, ji bo gelên herêmê jî diparêzin. Gelo ji bo van daxwazan ewqasî dijminahî û êrîş hewce dike?

Yên dibêjin, “Ev hezar sal in em bi hev re dijîn, Kurd û Tirk xwişk-bira ne” li Sûriyeyê senaryoyên karesatê yên herî giran li dijî Kurdan dikin û pêk tînin. Çapameniya Tirk û rêveberên wan bi devekî biken serketina ANS(SMO)yê pîroz dikin û ji wan dixwazin ku zêdetir êrîşî kurdan bikin. Komên ku weke ANS(SMO) tên pênasekirin, kî ne? Hêzeke ku ji DAIŞê û El Qaîdeyê hatiye avakirin e. Nav û amblemên wan hatine guhertin. Gelek kes di nava wan de hene ku ji welatên cuda hatine û tevî bûyerên talan û hovîtiyê bûne. Efrîn talan kirin û di paqijiya etnîkî de rol lîstin. Di raporên NY û saziyên din ên mafên mirovan de eşkere dibe ku gelek sûcên şer kirine. Mîna ku tiştek bi vî rengî nebe, çapemenî û rayedarên Tirk wan kirin qehremanê xwe. Yekane sedema vê yekê jî ew e ku wan li dijî Kurdan bi kar bînin û hê bêhtir êrîş bikin.

Rêgeza rêveberiya Erdogan a sereke “Bila Kurd nebin xwedî tiştekî, hema bila cîhan hemû bişewite, ne xema wan e.” Ma pêwîst nake ku çapemeniya Tirk, derdorên siyasî û hêzên demokrasiyê vê rewşê lêpirsîn bikin? Parastina ANSê û hêzên ku sûcên giran pêkanîne, ma qey karê Tirkiyeyê ye? Ji ber êrîşên li ser herêmên Kurdan û rêveberiya xweser pîrozbahiyan li dar dixin. Ketine qeyrana ku “Divê kurd tu carî ji rewşê sûdê wernegirin, em wan tine bikin, hê zûtir tine bikin.”

Ji ber ku HTŞê dest daniye ser desthilatdariyê, rêveberiya Erdogan pareke mezin dide xwe. Bi vê yekê re dixwaze vê rastiyê li welat bike amûreke xurt a hilbijartinê û dixwaze mûxalefetê bifetisîne û bike ku mirov birçîbûn û xizaniyê ji bîr bikin. Erdogan ji bo heta mirinê li ser desthilatdariyê bimîn li benda firsendekê ye û dema ku firsend bi dest dikeve heta dawiyê bikar tîne.

Gelên Tirkiyeyê wê kengî ji nava vê zîhniyetê derkevin û rastiyan bibînin? Li ber serê we rejîmeke mîna Talîbanê bi cih bibe, bi rastî ma qey dê di berjewendiya we de be? Li herêmê hevsengî zû guherî. Pêşketinên ku nedihat hêvîkirin pêk hatin. Rûsya û Îran li Sûriyeyê bêbandor bûn. Û niha jî Îsraîl berê xwe dide Sûriyeyê. Gelek hedefên stratejîk tên bombekirin. Îsraîl dibêje ku ew bi pêşbîniyan tevdigere û naxwaze rejîmeke xurt ya paşerojeke tarî li ber deriyê wê ava bibe. Tu kesî Erdogan û derdora wî û HTŞ jî di nav de, nerazîbûneke cidî nîşanî vê yekê nedane. Niha Iraq û Îran di rêzê de ne. Gelo Tirkiye di vê mijarê de bi DYE û Îsraîlê re jî têkildar e? Ji ber Erdogan ewqas tevlî meseleya Sûriyeyê bûye û destûr jê re hatiye dayîn, dê di berdêla wê de tiştek nebe gelo?

Rêveberiya Erdogan, berê çeteyên ANS(SMO)yê dide Kurdan û dixwaze Kurdan biperçiqîne. Bêguman ev bi serê xwe nikarin bikin. Dewleta Tirk rasterast şer koordîne dikin û desteka hewayî didin. Bi vê jî têr nabin. Bi berdewamî hewl didin Erebên li herêmên Rêveberiya Xweser provoke bikin, herêmên Rêveberiya Xweser tevlihev bikin û bêîstîkrariyê ava bikin. Ji bo niha jî vê yekê weke aliyê herî qels ê rêveberiya xweser dibîne û giraniya xwe daye vê. Lê belê li gelemperiya cîhanê gelek derdor bang dikin ku dawî li şîdetê bê anîn û şer bidawî bibe. Lê li aliyê din Tirkiye hewl dide herêmên herî biîstiqrar û xweseriya demokratîk têk bibe, Kurdan biperçiqîne û îradeya wan ji holê rake. Di mijara hebûna Kurdan de hişk in. Ew sînoran nas nakin. Ji bo wan wekheviya gelan, pîvanên hiqûqî û exlaqî ne xwedî qîmet e.

Li Sûriyeyê nûçeyên komkujî û êrîşên tolhildanê yên li dijî Elewî, Kurd, jin û dîlgirtiyan dest pê kirin. Ne zehmet e ku mirov texmîn bike ku bûyerên pêk hatine, ji ya ku nîşan dide zêdetir e. Bi vê zîhniyetê re Sûriyeyeke demokratîk û bi biryar dikare bê avakirin?

Bi kurtasî biryarên wan ên ji bo Kurdan, qirkirin û tinekirine. Ji bilî vê, hevokan saznakin. Di serî de gelê Kurd û hêzên demokrasiyê divê hesab bikin ku Sûriye ber bi pêvajoyeke hîn nediyar û tarî ve diçe. Kî dixwaze çi bike, bêyî ku dereng bimîne divê derbasî pratîkê bike.

 

 

Etîket: ANSErdoganKurdOSOOzgur PolîtîkaZekî Akil
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK: Şerê xwe neynin welatê me

KNK: Şerê xwe neynin welatê me

24 ADAR 2026
34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

23 ADAR 2026
Nijadperestan li Efrîn û Helebê êrişî Kurdan kirin

Nijadperestan li Efrîn û Helebê êrişî Kurdan kirin

21 ADAR 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Di êrişên ser Îranê de du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan

Di êrişên ser Îranê de du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan

20 ADAR 2026
Li Îranê teqîn, şewat û dûman: 400 cih bûn hedef, 33 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê kete qonaxek nû: Şer herêmî, qrîz cîhanî dibe

19 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Serhivde li Farqînê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Kaniya wêjeya niviskî wêjeya devkî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1079)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne