Di 1ê Mijdara 2014an de welatên cîhanê ji bo Kobanê daketin kolanan. Ji wê demê heta niha 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin.
Hevserokê Meclisa Cîbicîkar a Herêma Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa diyar kir ku her çend Kobanê di bin dorpêçê de be jî, êdî Kobanê di ronahiyê de ye û li zanîngeh û dibistanên xwe ciwanên xwe perwerde dike.
1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. DAIŞê di 15ê Îlona 2014an de êrîşî Kobanê kir. Xwest bi piştgiriya hikûmeta AKPê Kobanê dagir bike. Lê li dijî van êrîşan şervanên Kurd 134 rojan li dijî DAIŞê şer kir. Vê berxwedana şervanên Kurd bala hemû cihanê kişand. Li ser banga xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civakî yên demokratîk, 1ê Mijdara 2014an wek Roja Piştevaniya Cîhanê ya bi Kobanê re hat îlankirin. Li ser vê yekê li tevahiya cîhanê bi taybet jî gel, çîn û beşên bindest û azadîxwaz yên civakê û jinên têkoşer bi çalakiyên curbecur piştgiriya xwe ji Kobanê û berxwedaniya bêmînak ya Kobanê re raber kirin. Berxwedan ji tax, çeper û kolanên Kobanê derbasî hemû cîhanê bû. Li hemû kolan û qadên cîhanê, dil û mêjî di 1ê Mijdara 2014an de bû yek. Ji Japonya heya Efxanistan û Îranê, ji Latîn Amerîka heya Awisturalyayê, ji welatên Ewropayê heya Rojhilata Navîn bi yek dengî piştgî dan berxwedana Kobanê.
Hevserokê Meclisa Cîbicîkar a Herêma Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bi minaseteba 11emîn salvegera 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ser rewşa Kobanê axivî.
Ferhan Hec Îsa anî ziman ku DAIŞê bi hewldanên herî bi bandor êrîşî Kobanê kir, lê tevî hemû hewldanên xwe nekarîbû Kobanê têk bibe û wiha got: “Di senger û kozikên şer de nikaribû pêş bikeve. DAIŞê piştî xwe komî ser hev kir, di 15ê Îlona 2014an dîsa bi hêzeke mezin êrîşî Kobanê kir. Êrîşa herî mezin li dijî vîna Kobanê pêk anî.”
Ferhan Hec Îsa da zanîn ku hişmendiya DAIŞê ew bû ku tu hêz li hemberî wê xwe negirin û wiha axivî: “Dê li Tebqa, Reqa aşrêşa Sûrî li hemberî wê nesekiniya. Dê li Mûsilê artêşa Iraqê li hemberî DAIŞê nesekiya. Armanc û baweriya wê ew bû ku vîna Kobanê jî li hemberî wê nesekiniya. Di 3ê tebaxa 2014an de pêşmergeyên li Şengalê nekaribûn li hemberî DAIŞê şer bikin. Hemû hêza xwe kom kir da ku Kobanê dagir bike.”
‘Kobanê kelemê çavê wan bû’
Ferhan Hec Îsa pirsa çima Kobanê jî nirxand û wiha şirove kir: “Taybetmendiya Kobanê ew e ku Şoreşa 19ê Tîrmehê li vir dest pê kir. Kobanê bi fikr û ramanên azadiyê xwe bi rêxistin kir. Di aliyê erdnîgariyê de jî cihekî stratekîk e. Li aliyekî Cerablûs û Karakamiş di destê Tirkan de bû. Sirîn di destê DAIŞê de bû. Girê Spî, Til Ebyad di destê DAIŞê de bû. Tenê Kobanê li vir wekî kelemeke di çavê wan de mabû. Dixwestin vê kelemê ji holê rakin. Ji bo seranserî sînorê Tirkiye û Sûriyê bi dest bixe dixwest Kobanê ji holê rake. Bi vê hişmendiyê êrîşî Kobanê kir. Kobane di heman demê de navenda Rojava ye. Li milê rastê Efrîn û Şehba ye, li milê çepê Cizîr û Qamişlo, Amûrê û Tirbesipiyê ye. Ji bo vê navendê hilweşîne bi çekên herî giran û hêza herî mezin êrîşî Kobanê kir. Bi teknîka ku ji artêşa Iraqê girtibû êrîş kir. Alîkariya ku dewleta Tirkan dişand bêsînor bû. Me bi çav didît ku li ser xetê trênê çawa alîkarî û cebilxane ji DAIŞê re dihat.”
‘DAIŞê bi tirsê Mûsil û Reqa dagir kir’
Ferhan Hec Îsa bal kişand ser helwesta artêşa Iraqê ya li Mûsilê û artêşa Sûriyê ya li Tebqa û Reqayê ku li ber xwe neda û vekişiya û wiha got: “DAIŞê li pêş xwe peyamên tirsandinê dimeşand. Bi kuştinan şerê derûnî li ser civakê pêş xist. Li aliyê din li Kobanê rêxistinek û vînek hebû. Gelê Kobanê girêdayî xeta azadiyê û xeta berxwedanê bû. Li Kobanê du dişt li gel hev dimeşiyan. Kobanê wekî êl, qebîle û eşîr tê naskirin. Ev ruhê êl û eşîrtiyê bi fikra azadiyê re bû yek û berxwedan pêş xist. Xeta azadiyê fikr û ruhê berxwedanê nûjen kir. Di vê berxwedanê de nav, deng û vîna şehîdên Kobanê hebû.”
‘Şervanan ji bo nirxên mirovahiyê li ber xwe dan’
Ferhan Hec Îsa bal kişand ser tangên DAIŞê yên di ser cenazeyên şervanên kurd re derbas bû û wiha lê zêde kir: “Tang di ser şehidan re derbas bûn. Lê gel berxwedana van şehîdan ji bo xwe kir hêz û bêtir li ber xwe da. DAIŞê gelek caran bi bêtêlan xwest şervan vekişin. Lê şervanan li ber xwe da û venekişiya. Venekişîna şervanan xwedîderketin û vîna gel bêtir xurt kir. Hişmendiya berxwedana Kobanê pêş ket. Ji ber ku şervanên li Kobanê ne tenê ji bo Kobanê, ji bo hemû gelê cîhanê li ber xwe da. Şervanên li Kobanê ji bo nirxên mirovahiyê şer kir. Ji ber vê yekê 1ê Mijdarê bû Roja Piştgiriya Gelê Kobanê ya Cîhanê. Di aliyê hişmendî de rengê Berxwedan Jiyan e bi ser ket.”
Ferhan bal kişand ser piştgiriya gelên cihanê ya ji bo berxwedanê û wiha dirêj kir: “Gelê Kobanê yên ji gundan derketin û ala DAIŞê li ser xwe qebûl nekirin, derbasî Bakur bûn. Lê ji ber xwedî derketina Kurdên Bakur, koçber bi koçberiya xwe nehisiyan. Gelê bakur bi her awayî li gelê Rojava xwedî derket. Her malê gelê Kobanê di mala xwe de kirin mêvan. Hem di malbatî de û hem jî wekî kurd gihiştin hev. Hemû malbat li hev xwedî derketin. Dîsa seferberiya li Bakur pêş ket, rengê berxwedana Kobanê geştir kir. Sekna gel a li Bakur hêzeke mezin da berxwedanê. Sekna gel ali ser sînor ji bo şervanên YPJ û YPGê bû hêz. Bû moral. Piştgiriya gel nirxekî giranbuha bû ku berxwedan bigêje serkeftinê. Berxwedana Kobanê bû sedem ku hemû cîhan li hundirê Kobanê li dijî DAIŞê bibe yek.”
‘Dewletên cîran DAIŞ ji bo xwe bikar anî’
Ferhan Hec Îsali ser bandora xwedîderketina gelê cîhanê ya li Kobanê jî rawestiya û wiha pêde çû: “DAIŞ di aliyê bîrdozî ve tevgerek wê heye. Dîsa wekî şîrketeke îstîxbaratê ye. Dewletên cîhan û dewletên cîhanê DAIŞ ji bo xwe bikar anî. Dema DAIŞê xwe gîhand Mûsil û Şengalê û deriyê di navbera Iraq û Sûriyeyê de rakir, li herêmê tenê Kobanê mabû. Ku Kobanê jî biketaya, êdî cîhan diket xetereyê. Hat îspatkirin ku şervanên Kurd li Kobanê ji bo nirxên mirovahiyê yên gerdûnî şer dike. Ji ber vê yekê hemû hêzên li cîhanê xwestin li gelêka gelê Kurd li ber xwe bide. Berxwedana YPG u YPJê bandoke mezin li ser hêzên cîhanê kir. Di wê pêvajoyê de Erdogan li ser sînor digot “Kobanê ket a ket, hindik maye bikeve.” Û gelke alîkarî bi DAIŞê re kir. Piştî vê mesele bû vîhanî û vîna mirovahiyê ya gelê cîhanê.”
Şervanên Kurd 134 rojan li dijî DAIŞê şer kir û bi ser ket. Têkildarî serketina gelê Kobanê jî Ferhan Hec Îsa wiha got: “Piştî yek DAIŞ jî li Kobanê nema, di 26ê Çileya 2015an de Kobanê li dijî DAIŞê bi ser ket. Kobanê tu carî dagir nebû. Ez wekî kesayetekî ji destpêka berxwedanê heta dawiya berxwedanê ez li Kolanên Kobanê bûm. Em gelek hevalên rêveber heta dawî li bajarê xwe man û şervanên li vir li ber xwe dan. Gelek rûxantin pêş ket. Kobanê ji sedî 80ê hat rûşandin. Lê kobanê bi ser ket. Alîkariya şaredariyên bakur gelek bi bandor bû. Alîkarî û piştgiriya ku ji derve ji bo Kobanê hat, ji bo serkeftina Kobanê bû esas.”
Ciwan li dibistan û zanîngehan perwerde dibin
Ferhan Hec Îsa bal kişand ser rewşa îro ya Kobanê û wiha got: “Îro Kobanê bi her awayî pêş ketiye. Îro Kobanê dibistan, zanîngeh ava kirine. Bi sedan keç û xort li zanîngehan perwerde dibin û pêş dikevin. Bi hezaran xwendekarên me di aliyê ziman de perwerde dibin. Di aliyê aborî, perwerdehî û tenduristiyê de pêşketin heye. Raste hin pirsgirêk hene. Ji ber ku li der û dorê Kobanê hîn dorpêç heye. Piştî serkeftina li Kobanê, Rêveberiya Kobanê gavên gelek mezin avêtine.”
Ferhan, da zanîn ku kesên beriya şer û piştî şer bidaha Kobanê, dê Kobanê nas nekiribûna û got: “Yên beriya şer û piştî şer hatin Kobanê jî Kobanê nas nekirin. Ji ber ku Kobanê xwe ji nûve ava kir. Hem fireh bû û hem jî çeleng bûye. Di aliyê mîmarî û binesaziyê de jî gelek guhertin çêbûye. Rêveberiya Xweser ji bo gelê Kobanê xizmetê dike. Bi derfetên xwe xizmeta gelê Kobanê dike. Her çend ji sedî 80 yê bajêr ji aliyê DAIŞê ve hat rûxandin, lê îro dîsa Kobanê bi reng, deng û çelengiya xwe li ber çavan e. Em bawer dikin ku di siberojê de ji bo Kobanê dê gelek projeyên xweşik hebin.”
‘Dê aramî pêş bikeve’
Ferhan Hec Îsa anî ziman ku eger li Kobanê hinekî din aramî pêş bikeve, dê piştî şerê Bendavê û piştî lihevkirina Birêz Mazlum Ebrî û hikûmeta demkî ya li Şamê, rengê aramiyê pêş dikeve. Ev aramî bidome, dê Kobanê gavên gelek mezintir bavêje.
Ferhan Hec Îsa li ser bandora dorpêça li ser Kobanê jî rawestiya û wiha got: “Zahmetî hene. Dorpêç girêdana Kobanê ya bi bajarên din ve asteng dike. Di aliyê derman û tenduristiyê de pêdiviyên gel asteng dike. Derman ji derve tê. Alavên kar ji derve tên. Lê ji ber dorpêçê em gelek zahmediyê dijîn. Lê eger Tirkiye vê projeya Rêber Apo qebûl bike, ev projeya neteweya demoratîk, aştî û civaka demokratîk dê ji bo hemû gelên herêmê rehetiyên mezin pêş bixe. Dê rengê aştiyê pêş bixe. Em hevî dikin ku êdî rengê çekan û rengê kuştinê bi dawî bibe. Rengê diyalog û dan û stendinê pêş bikeve.
Dengê dîplomasiya Rojava li cîhanê hatiye qebûlkirin
Ferhan Hec Îsa bal kişand ser diplomasiya li dijî dorpêçê û xwedîderketdina gelan û wiha berdewam kir. “Hewldanên dîplomasiyê xurt in. Bandora rêveberiya Rojava ya li ser dîplomasiyê xurt e. Civak li rex rêveberiya xweser e. Ez bawer dikim ku dengê dîplomasiya Rêveberiya Xweser êdî li cîhanê hatiye qebûlkirin. Projeyên Rêber Apo yên ji bo tevahiya Sûriyê êdî roj bi roj cihê xwe digire. Em bawer dikin ku dê gelek gelên din jî li tenişta gelê Rojava bin. Ji ber ku rengê çareserî, yekîtî, neteweya demokratîk, hevbeşiyê li Rojava ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Êdî hemû alem vê yekê zane. Êdî vîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye qebûlkirin. Êrîşên hewayî yên sala par tahdeyek gelek mezin da gel. Di aliyê depoyên genim, îstasyonên avê û ceyranê de zerarek pir mezin da gelê Kobanê.”
Ferhan Îsa diyar kir ku li ruxmê dorpêç û astengiyan, hewl didin ku xwe biparêzin û pêdiviyên gel bi her awayî pêşwazî bikin û wiha lê zêde kir: “Em hewl didin ku bibin bersîva herî rast ji bo heviya gelê xwe.”
Meseleyên avê çareser kirin
Ferhan Îsa da zanîn ku dê di hefteyên pêş de ji bo avê projeyên mezin têxin meriyetê û wiha pêde çû: “Kobanê tî nemaye. Me bi derfetên xwe yên hundirîn meseleya avê çareser kiriye. Dîsa Kobanê tarî nemaye. Me bi derfetên xwe Kobanê ronî kiriye û îro Kobanê ronî ye. Em wekî bajarê Kobanê di ronahiyê de ne.”
‘Kobanê êdî di ronahiyê de dijî’
Ferhan Îsa herî dawî li ser bernameya 1ê Mijdarê jî agahî dan û wiha got: “Em ê mîtîngê li dar bixin. Dê gelek mêvanê me dê hebin. Em ê bi cil û bergên xwe yên folklorî, bi rengê siyasî mîtîngê pêk bînin. Gel dê li qada Şehîd Egîd kom bibin û beşdarî şahiyê bibin. Em ê şahiya herî bi nav û deng li dar bixin û emê hewl bidin ku careke din li Kobanê şer pêş nekeve. Em ê hewl bidin ku li Kobanê dengê çekan bilind nebe. Dê li Kobanê her dem dengê tilîliyên dayik û xwişkên me bilind bibe. Dê dengê stran û folklarên me li Qada Şehîd Egît li cîhanê belav bibe. Dê dengê stranên me li çar aliyê cîhanê belav bibe. Em ê teqez bikin ku em li vir man, emê li vir bin û emê îspat bikin ku pêşeroj ya berxwedanê ye. Pêşeroj ya gelan û ya aramî, aştî û silametiyê ye.”













