Di encama nîqaşên domdirêj de îro koma yekemîn a koçberên Efrînê vedigere bajar. Di nav rojê de koçber dê bi daxuyaniyekê derkevin rê.
Di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de li ser vegera koçberên Efrînê gelek nîqaş hatin meşandin. Di encama nîqaşan de îro dê qafîleya yekemîn derkeve rê. Ji bo vegera koma yekemîn hemû alîkarî pêk hatin. Îro 400 malbat dê wekî qafîleya yekemîn derkevin rê. Lê berî derketina rê malbat dê li Werçerxa Panaromayê ya Hesekê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Di daxuyaniya li Panorama ya Hesekê tê dayîn de tê payîn ku ji aliyê malbatan û rayedaran ve hûrguliyên vê pêvajoyê bên ragihandin. Piştî daxuyaniya malbat dê malbat ber bi Efrînê ve derkevin rê. Ev gav dê wekî destpêka vegera koçberên Efrîn, Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî pêk bê.












