Koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Qampa Domîza Dihokê dijîn ku penaberên Şengalê û Rojavayê ne, ji bo piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re banga seferberiya giştî kirin.
Koçberên Qampa Domîzê ya li Dihokê jî ji bo bersiv bidin banga seferberiya neteweyî, di kampê de meş li dar xistin û ji bo biçin Rojava dest bi amadekariyê kirin. Koçberên qampê xwestin ji Herêma Federe ya Kurdistanê xwestin ji bo seferberiyê berpirsiyariya xwe pêk bînin.
Di çarçoveya çalakiyên seferberî û tevlibûna berxwedana Rojavayê Kurdistanê koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Qampa Domîz ya Dihokê dijîn, li nava kolanên domîz, Sêmêlê û bajarokê Domîzê geriyan û banga seferberiyê kirin.
Hat diyarkirin ku ev qampa Kurdistanê ji duh ve li ser piyan e û berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê.








