• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Panela ÎHDê: Divê bersiveke demokratîk bê afirandin

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    Di roja dawî ya mîhrîcana fîlman de 4 fîlm hatin pêşandan

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 14ê KANÛNA 2025an

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Di êrîşa DAIŞê de 2 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Amedspor bi ser ket û bû lîder

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

    Mîhrîcana fîlman di roja heftan de ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komeleya Avesta: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

Îzmîr / AW

5 ÎLON 2025 - 19:36
Kategorî: ÇAND, MANŞET, ROJANE
A A
komeleya Avesta-Îzmîr
Komeleya Avesta ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî daxuynî da û got, “Astengkirina zimanê kurdî xizmetê ji armanca aştî û xwişk-biratiyê re nake, bêhtir şik û gumanên gelê kurd mezintir dike.”

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zextên li ser çand û zimanê kurdî raweste li li navçeya Konak a Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê. DBP, DEM Partî, Komeyala Çand û Hunerê ya Azad, Komeleya Elewiyên Demokratîk û ANYAKAY DER tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Avestayê Kurdiye Irgat ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“Di danezanîna mafê mirovan de piştî mafê jiyanê, mafê zimanê dayikê ye û ew maf jî mafê herî meşrû û rewa ye. Lewre zimanê dayikê bi tu awayî nayê mûnaqeşekiriın û çi şert û merc dibin bila bibin tu carî ev maf nayê astengkirin û nayê qedexekirin.

Ji damezirandina komara Tirkiye yê heya roja me ya îro tevî ku gelê kurd jî li gel gelê tirk di ber vê komarê de xwîna xwe rijandiye, lê mixabin mafên wî yên mirovî di asta herî kêm de jî nehatine dayîn û nehatine parastin.
Berevajî vê yekê, ji bo jiholêrakirina çand û zimanê gelê kurd her cûre pişaftin û helandin li ser hatiye meşandin. Ji bo vê armancê, her rê û rêbazên tunkirinê hatine bikaranîn. Dîroka Kurdan hatiye înkarkirin, erdnîgariya Kurdistanê û çanda kurdî hatiye talankirin û wêrankirin.

Îro di vê sedsala 21an de ku mirov çûne fezayê, lê mixabin li Tirkiyeyê hîna dayikek kurd nikare li cihekî fermî bi zimanê xwe biaxive û derdê xwe bîne ziman.

Cihê şermezariyê ye, komîsyona ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye damezirandin de, axaftina dayikek kurd hatiye qedexekirin. Bi vê helwesta şaş û çewt tu baweriyê nade gelê kurd.

Lewre zimanê dayîkê mafê herî bingehîn e, heke bi vî awayî tevdigerin, wê karibin çi çareser bikin gelo?
Di vê pêvajoya îro ku wekî pêvajoya aştî û xwişk-biratiyê tê binavkirin de, helwestên ku tên nîşandan xizmetê ji armanca aştî û xwişk-biratiyê re nake, bêhtir şik û gumanên gelê kurd mezintir dike, ewletiya wan bi vê pêvajoyê qels dike û ji samîmiyetê dûr dixîne.

Ji bo ev pêvajoya ku tê meşandin biserbikeve û bighêje aramanca xwe, divê teqez û demlideste xwestek û daxwazên gelê kurd bînin ceh, ku ev xwestek hemû jî mafên rewa û mirovine, em van mafan bî vî awayî em dikarin bi rêz bikin:

1- Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

2- Bila hemû zext û astengiyên lî ser çand û zimanê kurdî bên rakirin

3- Bila ji asta seretayî heya zanîngehê perwerdehî bi zimanê kurdî bê dayîn.

Em jî weke komeleya lêkolînên çand û ziman Avesta, van xwestekên gelê kurd di cih de dibînin û em bangî rayedarên dewletê dikin û dixwazin ji bo vê yekê bikevin nava hewledanan û çi pêwîst be bê kirin.”

 

Etîket: AvestafermîİzmirKurdî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Rojnameya Ronahî dest bi weşana xwe ya nû kir

Rojnameya Ronahî dest bi weşana xwe ya nû kir

29 MIJDAR 2025
Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

16 MIJDAR 2025
Keda karkerên Kurd jî erzan e!

Keda karkerên Kurd jî erzan e!

7 MIJDAR 2025
Ji Şaredariya Rêya Armûşê Şeva Helbestên Kurdî

Ji Şaredariya Rêya Armûşê Şeva Helbestên Kurdî

5 MIJDAR 2025
Gelê Nisêbînê barîkat derbas kirin, li Îzmîrê jî daxuyanî hate dayîn

Gelê Nisêbînê barîkat derbas kirin, li Îzmîrê jî daxuyanî hate dayîn

1 MIJDAR 2025
Zimanê Kurdî li Enqereyê kirin ‘zimanê ne tirkî’

Zimanê Kurdî li Enqereyê kirin ‘zimanê ne tirkî’

31 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (250)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne