Komîsyona Meclisê ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin dê çarşemê civîna xwe ya 12emîn pêk bîne. Komîsyon dê li saziyên fikrî guhdar bike.
Komîsyona Demokrasî Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî, civîna vê heftê diyar kir. Komîsyon dê di 24ê îlonê de çarşemê saet di 11:00an de, saziyên lêkolînê guhdar bike. Di rûniştina yekem de SETA, DİTAM, Lêkolîna Rawest, Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) û Weqfa Lêkolîn, Perwerde û Çandê ya Ekopolîtîk (EKEAV) guhdar bike. Di rûniştina duyem de jî Enstîtuya Enqereyê, Navenda Lêkolînên Saha Sosyo-Siyasî (SAHAM), Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aborî ya Tirkiyeyê (TEPAV) û Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) dê bên guhdarîkirin.