Hat hînbûn ku Komîsyona Meclisê dê roja Çarşemê bi rojeva nîvîsandina rapora hevpar bicive.
Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî piştî mehek û 25 rojan dê roja Çarşemê li Meclisê bicive. Hat hînbûn ku komîsyon dê ewilî bi endamên komîsyonê re ku ji bo rapora hevpar amade bikin hatine peywîrdar kirin bicive. Komîsyon pişt re dê bi serokatiya Nûman Kûrtûlmûş de bi partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin re bicive.
Tê payîn ku îro piştî civîna bi endamên komîsyonê yên raporê amade bikin re, dê rapora hevpar were amadekirin û piştî vê yekê ew rapor dê di civîna komîsyonê de bê nîqaş kirin.













