Enqere – Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî dê di çarçoveya plana pêvajoyê de biçe Amedê.
Komîsyona Xwîşk- Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Mîllî ku li meclise ava bibû dê bi şandeya ji endamên komîsyonê pêk tê, biçe Amedê. Her wiha tê payîn ku di nav şandeyê de endamên Konseya Serokatiya Parlamentoyê jî hebin.
Hat hînbûn ku komîsyon dê di çarçoveya pêvajoyê de di 17ê Cotmehê de bi sazî û rêxistinên li Amedê re bicive.