Komxebata ku Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê li ser ziman du roj in li dar xist bi encamnameyê bi dawî bû.
Komxebata Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê ku bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê dest pê kir, di roja duyemîn de bi dawî bû. Gelek endam, rêveberên saziyên ziman, partiyên siyasî, zimanzan û welatî tev li komxebatê bûn. Axivêr li ser gelek mijaran axivîn û beşdar agahdar kirin. Li dijî astengiyên li ser zimanê Kurdî gelek nîqaş pêş xistin û beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin. Piştî axaftinan û nirxandinên saziyan komxebat dawî bû û encamnameya komxebatê hate parvekirin. Endama Egîtîm Senê Stran Jiyanê encamname xwend.
Encamnameya ku bi çapemeniyê re hate parvekirin wiha ye: “Perwerdeya ku kes xwe pê nas dike, xwe pêk tîne û xwe azad dike mafek û gerdunî ye. Lê belê heke mirov xwe bi hesanî xwe bigihîjîne wan mafan, ew maf watedar dibin. Di vê pergalê de nasnameya zayendî berastengî, netewî, statuya civakî û çînî di warê civakî û hiqûqî dibe sedemên newekheviyan, feraset û hişmendiya netew dewletiyê rê li ber mafê bikaranîna perwerdeyê digire. Li gori zagonên navnetewî bi cih anîna mafê perwerdehiyê di berpirsiyariya dewletê de ye.
Mafên ziman girêdayî tevahî mafan e
Mafên kesane û mafên civakî pirî caran li hev dikin. Mafên bingehîn yên mirovan di heman demê de mafên çandî û polîtîk e. Mafên ziman girêdayî tevahî mafan e, xwe îfadekirina bi zimanê zikmakî û perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji bo dêrînî û civakî qasî tendirustiyê girîng e. Rojeva siyasi ya Tirkiyeyê, konjuktura siyasi ya navdewletî tekoşîna gelê kurd û pêdiviyên civakî rê li ber pêvajoyeke aştiyê vekiriye. Egîtîm Sen jî weke rêxistineke kedê ji bo xurtkirina vê pêvajoyê pêwîstî bi vê komxebatê dît. Nirxandin û pêşniyazên li ser ziman, çand, wêje, zanîst, hiqûq û siyasetê hatine kirin de dê hêz bide vê pêvajoyê. Di komxebatê de pirsgirêkên bingehîn hatin tespîtkirin.
Divê gel xwedî li zimanê xwe derkeve
Di nirxandinan de têkiliyên vesazkirina hiqûq û rêveberiyan derket pêş. Nebûna mafê perwerdeya zimana zikmakî bi encamên xwe yên travmatîk şêweyên çewisandinê ne. Ev helwest tayînkirina qeyûman a hişê mirovan e. Vesazkirana zagonan tenê tenê têra pêşîlêgirtina pişaftinê nake. Divê gel jî xwedî li zimanê xwe derkeve.
Divê perwerdehî bikaribe rê li ber qirkirina jinê bigire
Xetereyên li ser pevajoya bişaftina ziman ji bo zaravayê kirmanckî hin encamên girantir derxistiye holê. Divê di warê rewşa erdnîgarî ya demografîk ya zaravayê de lêkolîn bê kirin û bi her zaravayî perwerde bê dayîn. Divê ev nirxandinên hatine kirin bi perspektîfa azadiya jinê jî bikemile. Lewre têkiliya jin û mêr naveroka hemû neheqiya ne. Politikayên komarê yên li ser jinê ji bo pişaftinê ne. Jin ji zanebûn û zanînê bi zanebûn hatine dûrxistin. Divê perwerdehî û pergala me ya nû bikaribe rê li ber girtina qirkirina jinê bigire. Modeleke jiyanê ya li ser azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk pêwîst e.
Feraseta mamosteyan dê li gorî şaristaniya demokratîk bin
Modela demokratîk ya perwerdehiyê divê bi feraseta netewa demokratîk bê amadekirin. Bi vê perspektîfa zanînê ya şaristaniya navendî û demokratîk bê kirin. Divê perwerdehî ji bo hişmendiya azadiyê, lêgerîna heqîqetê, xwezanîn, civakeke azad, ekolojîk û li ser hîmê wekheviya zayendî bê kirin. Di pratîka perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya modela demokratîk de divê xwendekar ev li biryardayîna têkildarî perwerdehiyê bibin. Akademiyên civakî pêk bên, meclisên xweser ên perwerdehiyê bên avakirin. Feraseta mamosteyan dê li gorî şaristaniya demokratîk bin.
Divê dewlet dev ji tirsa xwe berde
Weke encam di vê pêvajoya vesazkirina makezagona nû de mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê tekuzkirin. Divê ev makezagon bi lihevkirina hemû hêlên civakê ve bê amadekirin. Ji bo vê yekê divê dewlet dev ji tirsa xwe ya dîrokî ya têkildarî perwerdehiya bi zimanê zikmakî berde.”