• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa “Girîngiya Yekîtiya Kurd” dest pê kir

Agirî / AW

26 TÎRMEH 2025 - 11:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Agirî – Konferansa bi navê “Girîngiya Yekîtiya Kurd” ku ji aliyê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve tê lidarxistin, li navçeya Bazîdê dest pê kir.

 

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, li navçeya Bazîd a Agiriyê bi dirûşma “Bi Armanca Yekîtiyê Ber Bi Aştiyê Ve” konferansa bi navê “Girîngiya Yekîtiya Kurd” li dar dixe. Konferans, li eywananeke dawetê ya li Bazîdê dest pê kir. Hevberdevkên Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk ên Giştî (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan ê Giştî (HDP) Cahît Kirkazak, siyasetmedar Gulten Kişanak, Partiyên Kurdistanî, hevşaredar û parlementerên DEM Partiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên DEM Partî û DBPê yên bajarên Herêma Serhedê, rewşenbîr, nivîskar û gelek kes tev li konferansê bûn.

‘Roj roja gelê Kurd e’

Konferans ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Hevberdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di destpêka konferansê de axivî û xêrhatina beşdarvanan kir. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, da zanîn ku ev konferans gelek dîrokî ye û dê neviyên Ehmedê Xanî ji bo gelê Kurd xebatên xwe bimeşînin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku sed sal in Kurd tên parçekirin û tunekirin, lê belê Kurdan van sed salan jî serê xwe li ber desthilatan netewandiye. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêzdar Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û ne tenê Bakur, li çar parçeyên Kurdistanê deng veda. Divê em li gorî vê bangê eşîr û malbatên xwe danin cihekî. Em pêşiya her tiştî Kurd in, roj roja gelê Kurd e.”

‘Kurd li ser tifaqbûyînê xwe rêxistin dike’

Hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî axivî û diyar kir ku Kurdan li ser bêtifaqiyê, tifaq kiriye û êdî Kurd li ser tifaqbûyînê xwe rêxistin dike. Mehmet Kamaç, da zanîn ku dijminên Kurdan hertim dixwazin Kurdan tune bikin û ev konferans dê bibe wesîleya tifaqa Kurdan. Mehmet Kamaç, anî ziman ku dixwazin rojavayê Kurdistanê ku rastî êrîşên mezin hatiye, tune bikin û got: “Li Bakur xwişk û biratî, li Rojava qirkirin nabe. Gava çek şewitandinê ya li Silamaniyê çerxa felekê şikandiye û bawerî daye Kurdan. Em bûn şahidê konferansa Rojava jî û hemû miletê Kurd benda wêneyekî wisa bûn. Xîreta neviyên Şêx Seîdê Kal, Seyîd Riza, Qazî Mihemed li vir, li Bazîda Agiriyê ye.”

Piştî axaftinan silayta ku Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk amade kiriye, hat temaşekirin. Konferans bi rûniştina yekemîn a bi navê “Di dîrokê de bêtifaqiya Kurdan û encamên wê” didome.

Etîket: BazîdEhmedê XanîGirîngiya Yekitiya KurdÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkKonferans
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Erzirom û Bazîd ji bo Rojava derketin qadan: Em ê dengê xwe bilindtir bikin

Erzirom û Bazîd ji bo Rojava derketin qadan: Em ê dengê xwe bilindtir bikin

23 ÇILE 2026
Heyeta saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYDê kir

Heyeta saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYDê kir

22 ÇILE 2026
Ji Amedê bang kirin: Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan

Ji Amedê bang kirin: Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan

19 ÇILE 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Yekîtiya neteweyî xwedî girîngiyeke jiyanî ye

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Êrişên li ser Rojava rawestînin!

18 ÇILE 2026
Delegeyên Înîsiyatîfê: Rizgariya gelê Kurd yekîtî û yekrêzî ye

Delegeyên Înîsiyatîfê: Rizgariya gelê Kurd yekîtî û yekrêzî ye

18 ÇILE 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

17 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (421)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne