Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Nanneteweyî” ku ji aliyê DEM Partiyê ve li Stenbolê di 6-7ê Kanûnê de dê bê lidarxistin, bi 3 zimanan, Kurdî, Îngilizî û Tirkî wergera simultane bê kirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 6-7ê Kanûnê de li Eywana Konferansê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoya Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe. Ji Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek welatên cihanê kesayetên navdar dê tev li konferansê bibin. Konferans dê di seat 9.30an de dest pê bike. Konferans dê bi 3 zimanan Kurdî, Îngilizî û Tirkî wergera simultane pêk were û li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, “mafê hêviyê” û perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş bên kirin.
Rojnamegerên dixwazin konferansê bişopînin divê heta 4ê Kanûnê seat 20.00an bi forma akredîtasyonê ya DEM Partiyê serlêdanê bikin.
Serlêdana akredîtasyonê li ser vê lînkê ye: https://forms.gle/SnELF98LUvNjLU3N7













