• Nûçeyên Herî Dawî
Leyla Guven: Jinan tu carî dest ji çanda xwedavendiyê bernedaye

Leyla Guven: Jinan tu carî dest ji çanda xwedavendiyê bernedaye

28 GULAN 2025 - 11:06
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

4 HEZÎRAN 2025 - 12:09
Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

4 HEZÎRAN 2025 - 11:15
DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

4 HEZÎRAN 2025 - 11:13
Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

4 HEZÎRAN 2025 - 10:58
‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

4 HEZÎRAN 2025 - 09:40
Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

4 HEZÎRAN 2025 - 09:16
Otomatik taslak

Rojnameya Serxwebûnê dawî li weşana xwe anî

4 HEZÎRAN 2025 - 08:39
‘Çareserî bi qebûlkirina ziman û nasnameya Kurdî pêkan e’

‘Çareserî bi qebûlkirina ziman û nasnameya Kurdî pêkan e’

4 HEZÎRAN 2025 - 08:04
ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2025an

4 HEZÎRAN 2025 - 08:00
Serxwebûnê perspektîfa Abdullah Ocalan a Kongreya 12emîn weşand

Serxwebûnê perspektîfa Abdullah Ocalan a Kongreya 12emîn weşand

4 HEZÎRAN 2025 - 07:40
KCDP: Di meha gulanê de 21 jin hatin kuştin

KCDP: Di meha gulanê de 21 jin hatin kuştin

3 HEZÎRAN 2025 - 21:23
Endamên Koma Arsîsa hatin berdan

Endamên Koma Arsîsa hatin berdan

4 HEZÎRAN 2025 - 07:37
Endamên Koma Arsîsa ji ber strana ‘Bêrîtan’ gotin hatin binçavkirin

Endamên Koma Arsîsa ji ber strana ‘Bêrîtan’ gotin hatin binçavkirin

3 HEZÎRAN 2025 - 18:23
Li Bazîdê ji bo Kurdî soz dan Mem û Zînê 

Li Bazîdê ji bo Kurdî soz dan Mem û Zînê 

3 HEZÎRAN 2025 - 16:53
Ji bo statuya Kurdî dimeşin Tirba Ehmedê Xanî

Ji bo statuya Kurdî dimeşin Tirba Ehmedê Xanî

3 HEZÎRAN 2025 - 15:35
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Leyla Guven: Jinan tu carî dest ji çanda xwedavendiyê bernedaye

Navenda Nûçeyan /AW

28 GULAN 2025 - 11:06
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku di pêşengtiya TJAyê de tê lidarxistin bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê dest pê kir. Di konferansê de peyama siyasetmedara Kurd Leyla Guvenê jî hate xwendin.
Leyla Guvenê peyam ji Konferansê re şand û anî ziman ku jinan tu carî dest ji çanda xwedevendiyê bernedaye.

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de tê lidarxistin bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê dest pê kir. Aktîvîstên TJAyê, gelek jinên niha parlamaneter in û yên berê parlamenter bûn ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê tev li konferansê bûn. Dê parlamenterên li Rojava, Şengal û Ewropayê bi awayekî online tev li konferansê bibin. Li eywanê bi zaravayên kurdî yên kurmancî, zazakî û soranî pankartên “Jin azad dibe civak azad dibe” , “Jin jiyan azadî”  û “Cinîya azad, komelo azad” hatin daliqandin.

‘Em ê ji bo yekitiya Kurd du rojan xebateke xurt bimeşînin’

Konferans ji bo cangoriyên demokrasî û azadiyê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku ewilî axivî û da zanîn ku cara ewil e konferanseke bi vî rengî li dar dixin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê anî ziman ku 3 parlamenterên ku ji Başûr xwestin tev li konferansê bibin hatine astengkirin û nehiştine derbasî Bakûr bin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê spasiyên xwe pêşkeşî jinên girtî jî kir. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê bi lêv kir ku netew dewletan Kurd kirin çar parçe, înkar kirin û nehiştin bên cem hev û yekitiya xwe ava bikin û wiha got: “Lê bele îro li vê derê em ê weke jinên parlamenter ji bo yekitiya kurd du rojan xebateke xurt bimeşînin. Lê hewceye ku gotinên li vir encam bigirin û em li wan biryaran xwedî derkevin.”

‘Berxwedana jinên Kurd li her aliyê cîhanê deng vedide’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê diyar kir ku ku îro li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime û wiha domand: “Modernîteya Kapîtalîst di krîzekê de ye. Felsefeya Jin jiyan azadî, berxwedana jinên Kurd li her derê cîhanê deng vedide. Jinan di siyasete de gelek zor û zehmetî kişandin lê li Bakur, Başûr û Dîasporayê xebatên xurt dimeşînin. Em ê weke jinên kurd siyaseta demokratîk ava bikin. Dema birêz Abdullah Ocalan banga Civaka Demokratîk û Aştî kir. Em jî weke jinên kurd divê xebatên xwe zêde bikin. Berpirsyariyeke pir zêde li ser milê me ye. Divê em li biryarên li vê derê derdikevin xwedî derkevin.”

Sînevîzyona dîroka têkoşîna jinên kurd hate pêşkeşkirin

Dû re li ser dîroka têkoşîna jinên kurd sînevîzyonek hate pêşkeşkirin. Pişt re aktîvîsta TJAyê Mizgîn Irgat nameya ku siyasetmedar Leyla Guvenê ji Girtîgeha Sîncanê ji konferansê re şandiye xwend.

Nameya Leyla Guvenê

Nameya Leyla Guvenê wiha ye; “Jinên parlamenterên kurd u tevahiya beşdarvanên konferansê bi rêzdarî û bi dil û can silav dikim…

Siyaset, polîtîka, parlemento, rêveberî, îdarekar, parlamenter, şaredar, parêzger, qeymeqam, midûr, rêveber, perwerdekar, zanyar, karsaz, sermiyanê malbatê, serok eşîr, axa, paşa, qral…

Ji desthiladariya mêran heta temsîliyeta wekhev, jinan tu carî dest ji çanda xwedawenda dayik bernedaye ..Jin ; jiyanê diafirîne û civakîbûnê  hêsan dike. Lê belê hişmendiya mêran, ji bo ku jinan ji mekanîzmayên biryargirtinê dûr bixe, her cure rêbaz bi kar anîne. Hemû teoriyên xwe yên komployê jî wekî ku “her kes ji halê xwe razî ye” pêk anîne. Bi vî rengî têgihîştina rêveberiya demokratîk a kolektîf bi awayekî kronolojîk ji holê hate rakirin. Li şûna wê jî rejîmên dîkta yên yek zilam, rêveberên bê reng û be ruh hatin bicihkirin. Jinan li her dere cîhanê li dijî vê yekê li ber xwe dan. Ji jinên berxwedêr re gotin cadû û ew di distan de şewitandin û ew şandin ber giyotînê û her cure êş bi wan dan kişandin û ew kuştin. Armanc ew bû ku jinan bitirsînin, biqutifînin û wan di nav malê de bihêlin. Di vê mijarê de mixabin heta radeyekê jî serkeftî  bûn. Cîhana ku hişmendiya mêran bi rê ve dibe, êdî bûye gerstêrkeke wisa ku mirov nikare li ser bijî. Ji bo ku careke din mirov bikare li ser cîhanê bijî, hemû civak li pey awayekî din ê rêvebirinê ye.

Bêguman herî zêde jin ji van rêveberiyên heyî yên despotîk, neteweperest û zayendperest dikişînin. Demeke dirêj e jin li şûna ku gazincan bikin, bi awayekî çalak beşdarî hemû saziyên qada giştî dibin û dixwazin wê hişmendiya rêvebirinê ya demokratîk pêk bînin ku civak lê bihêvî ye. Lê belê ev yek qet hêsan çênabe. Zemîna parlamentoyê tenê yek ji wan zemînan e. Her çend Tirkiyeyê dilê xwe bijandibe welatên Rojavayî û di gava ewil de 18 jin wek parlementer hilbijartibin jî, ev rewş pêşve neçûye û her ku çûye paşve çûye. Ev ‘siyaseta vîtrînê’ ya ku nêzîkî sed salî ye berdewam dike, bi biryara  Tevgera Siyasî ya Kurd ya temsîliyeta wekhev guherî. Meclîsa Tirkiyeyê cara ewil bi coş, cesaret û rengê Leyla Zanayê bi nasnameya jinan re hevnas bû. Pergala desthilatdar jinên Kurd di şexsê Sakîne Cansizê de ya ku di îşkenceyan de li ber xwe da, di şexsê Bêrîvanên xoşewîst de yên ku pêşengiya serhildanan kirin, di şexsê Zîlan, Sema, Bêrîtan û Arînan de yên ku bi ser her cure îhanetê de çûn, nas kirin û di meclîsê de jî bi meşa biryardar a hevala Leyla û gotinên wê yên wêrek jinên Kurd nas kirin.

Ev kevneşopî bi demê re qet kêm nebû û her ku çu zêdetir bû û berdewam bû. Berî her tiştî ew dîmenê parlementoyan guherî ku tê de mêrên bi bedlên renggirtî, bi qrawat, zikmezin û bi simbêl hebûn. Her çend di sedsala bîst û yekem de, di 2025an de hîna jî ne di wê asta pêwîst de be jî, rengînbûnek heye. Eger bi hejmareke ev qas kêm hewaya meclîsê guherîbe, gava ku temsîliyeta wekhev pêk were, wê demê dê çi bibe, texmînkirina wê yekê qet ne zehmet e. Jinên kurd bi saya îdeolojiya rizgariya jinan bi awayekî pozîtîf tevkariyê li wan hemû civakan dikin ku bi wan re dijîn. Ew perwerde û xebatên hişyarbûn, temsîliyeta wekhev, zayenda civakî ku bi tevgerên femînîst re bi awayekî hevpar tên meşandin, bi awayekî pozîtîf bandor li qada siyasî kiriye. Em bi dilekî rihet dikarin bibêjin ku îro di erdnîgariya me de şoreşeke jinan pêk hatiye. Em serbilind in ku em yekemîn partî ne ku me di parlementoya Komara Tirkiyeyê de temsîliyeta wekhev pêk aniye, serokwekîla yekem hilbijartiye, serokwekîla meclîsê hilbijartiye, serokkom hilbijartiye û ji bo gelek peywirên din parlementerên jin hatine hilbijartin. Em dikarin bibêjin ku partiyên din jî li partiya me nêrîn û di mijara jinan de mecbûr man ku hin gavan biavêjin.

Li Rojava li ser bingeha şoreşa jinan jiyaneke nû ava dibe. Ez ji dil bawer dikim ku modela Rojava dê bibe modeleke wisa ku li hemû dinyayê bê xwestin û daxwazkirin û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a ji bo jinan pêk were. Li başûrê Kurdistanê, jinên pêşmerge, hevalên Leyla Qasimê, îro jî bi dilên xwe yên wêrek di parlementoyê de jî xebatên xwe didomînin ku bi berdêlên mezin ava kirin. Li Rojhilat, jinên ku ji bo Komara Kurdistanê têkoşiyan, di serî de Şîrîn Elemhûlî, îro jî li dijî zilma molayên paşverû li zindanan li ber xwe didin û di sêdareyan de tên qetilkirin. Eşkere ye ku li van erdan ku ev qas êş qewimîne, pêwîstî bi wîjdanê jinan û edaleta jinan heye. Rêya pêkanîna vê yekê jî ew e ku jin di serî de li parlementoyan, di hemû mekanîzmayên biryardanê de cih bigirin. Qadên ku polîtîkayên giştî yên welatan tên diyarkirin, heta ku jin di wan qadan de cih negirin, dê ew şans çênebe ku ji bo sûda jinan û civakê tiştek were kirin.

Hemû qadên ku jin vala dihêlin, mêrên desthilatxwaz ên ku ehliyeta wan a wîjdanî tune ye û dijminên îradeya jinan in, cih digirin. Wê demê divê em van qadan bi jinên weke jinan dagirin. Ji ber ku li dinyayê hin jin hewl didin qaîdeyê xera bikin. Ladya Hesinîn Thatcher, Çîller, Akşener û îro jî fîgurên jin ên faşîst û nijadperest ên wekî Le Pen û Melonî her ku diçin zêde dibin. Em dikarin vê rewşê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan deşîfre bikin û wisa bikin ku civak van jinên mêrane nas bikin. Me jinên Kurd gelek tişt xistin nav tecrubeya xwe ya parlementoyê ya demkurt. Ji niha û pê ve jî divê em pratîkeke wisa nîşan bidin ku hinkûfê soza me ya ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ be. Di demeke wisa de ku em pêşengiya veguherîna demokratîk dikin, biryarên ku em digirin, divê bala hemû civakê bikişînin û dilê civakê rehet bikin. Jin divê mil bidin milên hev û biryarên radîkal bigirin. Bo nimûne gelo mirov dikare biryareke wiha bigire? ‘Kesên ku di sîcila wan de şîdeta li dijî jin û zarokan heye, çi devkî çi nivîskî, qet nikarin bibin parlementer.’ Yan jî ‘Kesên ku keçikan nadin xwendin.’

Ji bo ku di mijarên siyasî de zimanê zayendperest neyê bikaranîn, gelo mirov dikare ji bo medya û hemû saziyan qanûnekê derxe? Gelo mirov dikare mecbûriyeta rêziknameya ekolîjiyê ji şaredariyan re bîne? Gelo mirov dikare biryarê bigire ku jin ji carekê zêdetir bibin parlementer? Gelo mirov dikare beşeke mûçeya parlementerên jin bigire û bibexşe weqfeke jinan? Gelo mirov dikare di şaredarî û parlementoyê de ji bo temsîliyeta wekhev qanûnekê derxe? Hin ji van pêşniyaran jixwe di rojeva tevgera jinan de ne û pêwîst e jin şopdarên vê yekê bin.

Bi kurtasî peywira me ya bingehîn ew e ku em polîtîkayan veguherînin polîtîkayên jinan. Di civaka xwezayî de her kesê li ser bingeha koordînasyona kar û rol jiyaneke demokratîk dimeşandin, em wan serdeman ji xwe re referans digirin û îro xwe plan dikin. Girîng e ku parlementerên jin ji nirxên gel dûr nekevin û bibin pêşengên jiyaneke nû. Girîng e ku mirov îmtiyazên modernîteya kapîtalîst red bike û ziman, uslûb û terza rastiya gel bingeh bigire. Ji bo vê yekê tecrubeyeke me ya gelek mezin heye. Em bi zanista jinan jineolojiyê, her çend em di sînorên çar welatên cuda de bijîn jî, dikarin taybetmendiya herêmî esas bigirin û hem li ser bingeha nirxên hevdem û gerdûnî û hem jî li ser bingeha çanda xwe bername û plansaziyan çêkin.

Em jinên Kurd gelek bi şans in ku em hevalên mirovekî weke Serok Ocalan in. Ji ber ku wî xwebûn nîşanî me da. Ez bawer im ku dê konferanseke serkeftî û li gora rihê serdemê pêk were, konferans û hemû xebatên we de serkeftin.”

Konferans dê bi rûniştina bi navê “Di siyasetê de jin: Ezmûnên hevpar ji çar aliyan û Ewropayê” berdewam bike.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

4 HEZÎRAN 2025
Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

4 HEZÎRAN 2025
DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

4 HEZÎRAN 2025
Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

4 HEZÎRAN 2025
‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

4 HEZÎRAN 2025
Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

4 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (52)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne