Li navçeya Kulu ya Konyayê bi pileya 5.2 erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 18 km di bin erdê de çebûye.
Îro saet derdora 15.46ande li Konyayê bi pileya 5.2 erdhej çêbû. Erdhej, derdora 20 saniyeyan domiya û bajarên derdorê jî hejiyan. AFADê ragihand ku erdhej 18 km di bin erdê de çêbûye. Hat diyarkirin ku navenda erdhejê navçeya Kuluyê bû.