Di navbera leşkerên deryayî yên Kubayê û 10 kesên di keştiya bi lez de a ketiye sînorê deryayî ya Kubayê de pevçûn derket. Hat ragihandin ku di pevçûnê de 4 kesên di keştiya bilez de hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.
Nûçegîhanê televîzyona France 24ê duh li Kubayê diyar kir ku li peravên Kûbayê di navbera yekîneyeke deryayî ya Kubayê û û keştiyeke bilez a bi plaqeya Florîdayê ya Amerîkayê de pevçûna çekdarî derket. Di encama pevçûnê de 4 kes hatin kuştin 6 kes jî birîndar bûn.
Hikûmeta Kûbayê roja duh di daxuyaniyekê de got ku keştiyeke bilez a Eyaleta Florîdayê ya Amerîkayê keta nava sînorên peravên Kûbayê û êrişî leşkeran Kubayê kirin. Li ser vê êrişê pevçûn derket û 4 kesên di keştiya bilez de hatine kuştin û 6 kesên din jî birîndarî hatine girtin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubîo jî derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku ew ji bûyerê agahdar e û got ku DYA niha agahiyan kom dike da ku diyar bike bê ka qurbanî welatiyên Amerîkayê ne an niştecihên daîmî ne. Rubîo derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Berpirsên cuda yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hewl didin bûyerê zelaltir fêm bikin û agahî bidin me.”
Diplomatê payebilind ê DYAyê jî daxuyanî da, xwe ji geşedanên qewimîbû dûr girt û got: “DYA xwe tenê nespêre agahiyên rayedarên Kûbayê.”













