Amed – Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban têkildarî biryara jidûrxistina wezîfeya rêveberiya Baroya Stenbolê û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku dewlet li aliyekî dibêje pirsgirêka Kurd çareser dikim lê li aliyê din êrişî saziyan, siyasetmendar û gel dike û got: “Pêvajo welê nameşe.”
Rojanameger Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan di 19ê Kanûna 2024an de bi êrişêk balfirên bê mirov a Tirkiyeyê li ser rêya Bendava Tişrîne hatibûn kuştin. Piştî kuştina rojnamegeran gelek saziyan bertek nîşanî êrişê dabû. Yek ji wan saziyan jî Baroya Stenbolê bû. Dadgehê doz li Baroya Stenbolê vekir û di danişîna dozê ku di 21ê Adarê de hat lidarxistin de, li ser biryara dadgehê hat xwestin ku wezîfeya rêveberiya baroyê bi dawî bibe. Piştî vê gelek saziyên sivîl daxuyanî didin û piştgirî didin Baroya Stenbolê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kiribû. Ev bang li cîhanê deng vedaye. Sazî û komele, gelê Kurd û dostên wan piştgirî didin banga dîrokî. Lê hê jî ji bo vê bangê gavek nehatiye avêtin û “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan nehatiye bicih anîn. Sazî û dezgehên hiqûqê û mafên mirovan dixwazin ku “mafê hêviyê” were bicihanîn.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban têkildarî van mijaran ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Deshilatdar dixwaze dengê baroyan û civakê qut bike’
Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku polîtikayên şer tu pirsgirêkan çareser nake û wiha got: “Rojnamegerên azad Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan di êrişêk SÎHAyê ya Tirkiyeyê de hatin kuştin. Her du rojnamegêr li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê êrişên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê dişopandin û agahiyan didan tevahiya cîhanê. Baroya Stenbolê jî daxuyanî da got ku ev binpêkirina mafên mirovan e. Sivîl û rojnameger di nav şer de divê neyên hedefgirtin. Lê dewlêta Tirk vê qetlîamê zelal nekir. Doz li Baroya Stenbolê vekir û biryar hat dayîn ku rêveberên Baroya Stenbolê ji peywirê bên dûrxistin. Demekî dirêje êriş li ser civaka siyasî, saziyên sivîl û çapemeniya azad de hene, ji ber ku bûyerên rastî ji raya giştî re radigihînin. Dewlet bi destê dadgêha bilind êrişî van saziyan dike. Doz tên vekirin rêveberên saziyan û sazî tên girtin. Ev ne tiştêkî rast e. Ev siyaset bi ser nakeve, pirsgirêkan çareser nake. Pêwîst e ku dewlet ji bo azadî û aştiyê gav biavêjê. Deshilatdar dixwaze dengê baroyan û civakê qut bike. Me wek ÎHDê jî daxuyanî dabû û gotibû em vê êrişî qebûl nakin û kî kiribe divê were eşkerekirin û berpirsiyar bên dîtin û darizandin. Dewlet gav neavêt û cenazeyên rojnamegeran neda malbatên wan, ne hiştin li ser axa xwe bên veşartin. Dadgehek serbixwe heba wê bipirsiya kî wê SÎHAyê firandiye, wê bi lêkolînê derketiba holê, lê desthilatdar naxwaze berpirsiyaran derxe holê. Li şûna ku berpirsiyar werin darizandin lê rêveberên baroya Stenbolê didarîzinin. Ev nayê qebûlkirin.”
‘Divê mafê hêviyê were bicihanîn’
Huseyîn Kuçukbalaban bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Di 27ê Sibatê de birêz Abdullah Ocalan daxuyanî da û bangek dîrokî kir. Gelê Kurd piştgirî da vê banga dîrokî. Lê hat gotin divê dewlet jî ji bo vê bangê gavan biavêje. Divê ziman, çand û nasnemeya Kurdî bê naskirin. Dewlet dibêje PKK bila çekan berde. PKKê jî got divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên guhertin da ku dikaribin kongreya xwe bicivînin û birêz Abdullah Ocalan dikaribe xîtabî kongreyê bike. Lê dewlet hê jî gav neavêtiye û êrişên xwe yên siyasî û leşkerî didomîne. Dewlet li aliyekî dibêje ez ê pirsgirêka Kurd çareser bikim lê li aliyekî jî êrişên berdewam dike. Ev tişt welê nabe. Divê dewlet xwe zelal bike. Dewlet dibêje bila çek bên berdan û tev li civakê û siyasetê bibin lê li aliyê din rewşenbîr, siyasetmendar û rojnameger tên girtin. Pêwîst e şert û mercên Abdullah Ocalan bên guhertin û mafê hêviyê pêk were û birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Girtiyên siyasî tevahî bên berdan. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku kesek bi salan di girtîgehê de bimîne heta dawiya emrê xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Ev tiştekî ne hiqûqî ye. Komîteya Wezaretaan a Ewropa jî biryar da got ku divê mafê hêviyê di nav hiqûqê de were bicihanîn. Lê heta îro jî dewleta Tirk gav neavêtiye. Ev tişt jî pêşiya aştiyê digire.”
‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’
Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku divê girtiyên siyasî bên berdan û di dawiyê de wiha got: “1570 kes girtiyên nexweş niha di girtîgehan de ne, di nav van de 651 kes rewşa wan giran in. Ev divê demildest bên tedawîkirin. Di vî aliyî de tu gav nehatine avêtin. 600 kes hene ku cezayên wan xilas bûn e jî lê bi awayek bêhiqûqî hê jî tên girtin. Heke dewlet di van waran de gavan biavêje, wê gelê Kurd jî bibêjê dewlet dilrast e ji bo pêvajoyê. Gel wê fêm bike ku hinek tişt bên guherandin. Lê tu tişt li holê tune ye. Dewlet tenê dibêjê bila PKK kongreya xwe çêbikê û çekan berde. Dewlet pêwîst e ku gavan biavêje eşkere bike. Birêz Abdullah Ocalan bang kir, sazî û civaka Kurd jî diyar kirin ku piştgirî didin bangê. Piştî vê bar li ser milê dewletê ye.”