• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê rewşa dawî

    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê rewşa dawî

    Qeyimek din tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin

    Qeyimek din tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin

    Dayika Aştiyê Rewşan Doner qezaya trafîkê derbas kir

    Dayika Aştiyê Rewşan Doner qezaya trafîkê derbas kir

    Li Rihayê daxuyaniya 8ê Adarê: Êmê li dijî tundiyê têbikoşin

    Li Rihayê daxuyaniya 8ê Adarê: Êmê li dijî tundiyê têbikoşin

    Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê rewşa dawî

    Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê rewşa dawî

    Qeyimek din tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin

    Qeyimek din tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin

    Dayika Aştiyê Rewşan Doner qezaya trafîkê derbas kir

    Dayika Aştiyê Rewşan Doner qezaya trafîkê derbas kir

    Li Rihayê daxuyaniya 8ê Adarê: Êmê li dijî tundiyê têbikoşin

    Li Rihayê daxuyaniya 8ê Adarê: Êmê li dijî tundiyê têbikoşin

    Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Kurd dê mohra xwe li dîrokê bixin’

Mahmût Altintaş / AW

26 SIBAT 2025 - 08:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda  Nûçeyan – Nûnerê Ewropa ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr.Abdulkarîm Omar diyar kir ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin û got: “Kurd dê di vê sedsalê de mohra xwe li dîrokê bixîn. Ji bo wê divê Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike.”

Êrişên Tirkiye û komên paramîliter ên giredayî wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji meha qanûnê ve didomin. Êrîşên li ser bendava Tişrînê 2 meh derbas kirin. Di encama êrişên Tirkiye û komên paralîmîter de rojnameger û hunermend jî di nav de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 221 kes jî birîndar bûn. Li dijî êrişên Tirkiyeyê Desteya Tekiliyên Derve û nûnerên Ewropa yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi dewletên Ewropî û hezên navneteweyî re ji bo rawestandina êrişan dîplomasiyê pêş dixîn. Herî dawî jî ji bo Tirkiye bê darizandin di meha Sibatê de Dadgeha Sivîl a Rojava li paytexta Belçika Burukselê pêk hat. Nûnerê Ewropa yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Dr.Abdulkarîm Omar tekildarî êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê û hevdîtinên wan ên bi dewletên navneteweyî re ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Abdulkarîm Omar anî ziman ku Tirkiye li dijî çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê astengiyan derdixîne û got: “Hilweşîna rejîma Baas ji bo tevahî gelên Sûriyeyê baş bû. Piştî hilweşîna rejîma Baas tevî li hemû Sûriyeyê agirbest hat ragihandin jî çeteyên giredayî Tirkiyeyê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Tirkiye her roj êrişî bendava Tişrînê dike. Di encama êrişan de bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ew êriş ne tenê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû mirovahiyê xetereyan bi xwe re tîne. Di heman demê de ew êrîş rê li ber agirbesta herême digirê û nahelê pêvajoyeke dîalogê li Sûriyeyê pêş bikevin.”

‘Dewletên Ewropa zextê li Tirkiyeyê dikin’

Abdulkarîm Omar diyar kir ku wan bi gelek dewletên Ewropayî û hêzên navneteweyî re hevdîtin kirin û wan jî li dijî êrişên Tirkiyeyê helwest nîşan dane. Abdulkarîm Omar, der barê hevdîtinên ku bi dewletan re kirine jî wiha got: Tekildarî êrişên Tirkiyeyê û komên çete yên giredayî Tirkiyeyê me bi dewletan re hevdîtin kirin. Hemû dewletên Ewropa û koalisyona navneteweyî li dijî êrişên Tirkiyeyê helwesta xwe nişan dan. Wan jî bi awayekî zelal gotin divê êrişên Tirkiye rawestin û agirbesteke li herême pêk bê. Tevahî hezên navndewletî banga wan ew e ku êriş rawestin. Hewldanên wan jî ji bo rawestindina êrişan hene. Di aliyê dîplomasiyê de jî hewldanên wan hene û şandeyan dişinin Tirkiyeyê. Konferasn û kongreyan de bang li desthilata Tirikiyeyê dikin ku êrişên xwe rawestînin. Zextên navneteweyî li ser Tirkiyeyê hene. Eger êriş neyên rawestandin xetereyeke mezin li ser hemû mirovahiyê heye. Bi taybet ji aliyê DAIŞê ve. Ji ber ku heke êriş berdewam bikin DAIŞ dê ji nû ve zindî bibe. Ji aliyê din ve jî rê li ber koçberiya Ewropa vedike. Ji ber wê jî dewletên Ewropa jî naxwazin ew êriş berdewam bikin.”

‘Kurd ne Kurdên berê ne’

Di berdewama axaftina xwe de Abdulkarîm Omar destnîşan kir ku piştî sedsaliya Lozanê Rojhilata Navîn ji nû vê tê dizaynkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê ku li dinyayê didome nişana dîzayneke nû ya Rojhilata Navîn e. Çawa ku di sedsala 20an de piştî şerê cihanê yê yekemin li hemû cihanê pergalek ava bû, peymana Lozanê îmze kirin. Bi peymana Lozanê hemû mafê gelê Kurd tune hesibandin. Di sedsala borî de em Kurd gelek caran rastî komkujiyan hatin. Niha jî rewşeke nû derketiyê holê û wisa xuya dike ku di vê dizayna nû de em Kurd careke din neyên tunehesibandin. Ji ber ku rewş ne ew rewşa berê ye. Kurd jî ne Kurdên wê demê ne. Kurd di tevahiya dinyayê tên naskirin û bi rêxistin in. Tevahiya dinyayê jî xwe weke deyndarê Kurdan dibinin. Di vê sedsale de Kurd dê mohra xwe li dîrokê bixîn. Dewletên navneteweyî jî neçar in ku xwe biguherînin.”

‘Ku Tirkiye dixwaze xwedî rist be, divê pirsgirêka Kurd çareser bike’

Abdulkarîm Omar bal kişand ser hevdîtinên Tirkiyeyê yên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got: “Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re wê bandor li ser Rojhilata Navîn jî bike. Tirkiye jî giheştiye wê encamê ku heta pirsgirêka Kurd çareser neke dê nikaribe di Rojhilata Navîn de xwedî rol be. Niha bi Rêber Apo re pêvajoyek hatiyê destpêkirin. Em bi hevî ne ku bi encam bibe Ew bangavaziya Rêber Apo jî bibe tîfak di navbera Kurd û Tirkan de bandora wê ya Rojhilata Navîn jî bibe. Her wiha heke ew pêvajo encam bigirê zextên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî kêm bibe. Tirkiye nahêle di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de jî dîalogek çêbibe. Em hêvî dikin ku dema pêvajoya li Tirkiyeyê dest pê kiriye bigihêjê encamekê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî çareserî wê pêş bikeve. Heke Tirkiye bixwaze di vê dizayna nû de xwedî rol be divê pirsgirêka Kurd çareser bike. Heke Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike hem ji bo kuran, hem ji bo tirkan û hemû gelan wê aramî û başî bibe. Bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn jî bike. Hezên navdewletî jî ji nêz ve pêvajoyê dişopînin û çavê wan li banga Rêber Apo ye. Heke Kurd û Tirk tîfaqekê çêkin, dê bandorek erênî li hemû cîhanê bike.”

‘Tirkiye nahelê diyalog pêşbikeve’

Abdulkarîm Omar da zanîn ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HTŞê de tenê carekê hevdîtin çêbûye û wiha axivî: “Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me bi awayekî vêkirî destê xwe dirêjî hikumeta nû ya Şamê kir. Me diyar kir ku em ji dîalogê re amade ne. Bi alikariya hevalbendên me hevdîtin jî di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî û Ahmed El Şera de pêk hat. Em dixwazin Suriyeyeke nû ya demokratik bi hevdû re ava bikin. Her wiha me destnîşan kir ku piştî tîfaqek siyasî li Sûriyeyê çêbibe em amade ne ku HSD û hezên lêşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin beşek arteşa neteweyî ya Suriyeyê. Petrol û gaz jî ya tevahî Sûriyeyê ye. Lê piştî wê hevdîtinê tu hevdîtin pêk nehatin. Heta niha jî di navbera me û Şamê de tu tiştekî nû tune ye. Hikumeta Şamê jî li ser ragihandinê tiştên baş dibêjin. Lê ji aliyê pratîkê ve tiştek tune ye. Piştî Ahmet El Şara çû Efrîn birêz Mazlûm Abdî ew vexwand got tu dikarê were Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî. Lê heta niha tiştek tune ye. Hikumeta nû ya Şamê Komîteyeke amadekar ava kir. Lê di wê komîteyê de tu kesekî Kurd tuneye. Li ser asta Suriyeyê civîn çêkirin lê nûnerên Rêveberiya Xweser venexwandin civînê. Ji bo kongreya neteweyî ya Suriyeyê jî bang li nûnerên kurdan nekirine. Dibêjin di 1ê Adarê de dê Kongreya Suriyeyê ya ji bo hikumeta nû li dar bixin. Lê ji bo wê jî ji me re tu dîalog nehatiyê kirin. Ya ku nahele di navbera me û Şamê de dîalog pêşbikeve jî Tirkiyeye.”

‘Ji bo Tirkiye bê darizandin têkoşîna me wê bidome’

Di dawiya axaftina xwe de Abdulkarîm Omar anî ziman ku Tirkiye bi qetilkirina welatiyên sivîl sûcên şer dike û wan li dijî vê yekê giliya Tirkiyeyê kiriye. Abdulkarîm Omar axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Tirkiye bi êrîşkirina sivîlan û qadên jiyanê yên mirovan sûcê şer dike. Li gor zagonên navneteweyî ew kiryarên Tirkiyeyê sucên şer in. Me jî li dijî van sucên şer bi dewletên navneteyî re hevdîtin pêkanîn. Me dosya amade kirin û beriya 2 mehan dadgehek sivîl jî li Burukselê çêbû. Di dadgehê de Tirkiye ji ber sûcên şer hat darizandin û tewanbar kirin. Biryara wê jî wê di meha Adarê de derkeve. Ew sûcên şer ên Tirkiyeyê ne nû ne. Ji avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê heta niha êrişên Tirkiyeyê li ser herême didomin. Saziyên mafên mirovan jî raporan amade dikin û ji bo qada navneteweyî de Tirkiye ji ber van sûcên xwe bên darizandin têkoşîna me berdewam dike.”

Etîket: Abdulkerîm OmarKurdmohraSûcê şerTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Babeta çapemenîya erebî û dinya Rojava ya

Çapemeniya cîhanê peyama Abdullah Ocalan nîqaş dike: Dê rêya pêvajoya siyasî diyar bike

28 SIBAT 2026
Îranê bi fuzeyan bersiv da NÛÇEYA LEZGÎN

Îranê bi fuzeyan bersiv da NÛÇEYA LEZGÎN

28 SIBAT 2026
Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

28 SIBAT 2026
Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

25 SIBAT 2026
NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

23 SIBAT 2026
Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

23 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    Li Elkê bi girseyî serdana şîna Havva Ûgûrlûyê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Aydin: Divê mafê hêviyê bêşert û merc pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Rewşan Doner qezaya trafîkê derbas kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 3 têkoşerên azadî, ked û xwebûnê: Sêvê, Pakîze û Fatma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarê DÎHAyê Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bafirok li dijî qedexeyan nîşana mezinkirina hêvî û azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (199)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne