Kurdên li Îngilîstanê dijîn, li ber avahiya navendî ya BBCyê çalakiyeke li dar xist. Çalakgeran nerazîbûnek tund nîşanî polîtîkayên dewleta Îngilîstanê û bêdengiya BBCyê dan.
Çalakgeran diyar kir ku dewleta Îngilîstanê piştgirî dide çeteyên HTŞê û ev yek rê li ber êrişên hovane vedike. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku tevî êrişên dijwar ên li ser Rojavayê Kurdistanê, saziya BBCyê heta niha ev êriş nexistiye rojeva xwe û tu nûçeyên berfireh li ser rewşa dawî çênekirine.
‘BBC rastiyan vedişêre’
Çalakgeran diyar kir ku BBC bi vê helwestê rastiyan vedişêre û peywira xwe ya ragihandinê binpê dike. Çalakgeran bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî êrişên li ser Rojava dengê xwe derxin û daxwaz kirin ku medyaya navneteweyî demildest dawî li vê bêdengiya xwe bîne.













