• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

    29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

    Di Newroza Tarsûsê de wêneyê Abdullah Ocalan hat rakirin

    Di Newroza Tarsûsê de wêneyê Abdullah Ocalan hat rakirin

    Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

    Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

    Cenazeyê Ehmed Huseynî gihîşt Rojava

    Cenazeyê Ehmed Huseynî gihîşt Rojava

    Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin HATE NÛKIRIN

    Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin HATE NÛKIRIN

    Di êrişên li ser Rojhilatê Kurdistanê de 13 welatiyên sivîl hatin kuştin

    Di êrişên li ser Rojhilatê Kurdistanê de 13 welatiyên sivîl hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

    29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

    Di Newroza Tarsûsê de wêneyê Abdullah Ocalan hat rakirin

    Di Newroza Tarsûsê de wêneyê Abdullah Ocalan hat rakirin

    Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

    Hat xwestin ku girtiyê nexweş Azad Încî were berdan

    Cenazeyê Ehmed Huseynî gihîşt Rojava

    Cenazeyê Ehmed Huseynî gihîşt Rojava

    Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin HATE NÛKIRIN

    Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin HATE NÛKIRIN

    Di êrişên li ser Rojhilatê Kurdistanê de 13 welatiyên sivîl hatin kuştin

    Di êrişên li ser Rojhilatê Kurdistanê de 13 welatiyên sivîl hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurd û ereb bi hevre parastina taxê dikin

Veysel Avci /AW

31 GULAN 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Meclisa Gel a Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêman li ser rewşa Helebê anî zinan ku niha vîneke xurt a gelan li taxê heye û civak jiyaneke hevpar dijî. Hêvîn Silêman da zanîn ku Tirkiye xizmeta ji bo taxan asteng dike.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi salan e li dijî êrişan û dorpêça pergalê li ber xwe didin. Piştî HTŞê dest danî ser hikûmeta Şamê Rêveberiya Xweser a taxan û rayedarên Helebê peyman îmze kirin. Lê hîn daxwazên wan gelek jê
pêk nehatine û zextên li ser gel didomin.

Hevseroka Meclisa Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêman anî ziman ku gelê Kurd, Ereb, Suryan bi hevre dijîn e û got: “Dema Rejîma Baas li ser piyan bû, li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê êrişên pir dijwar hebûn. Bi taybet li dijî gelê Kurd li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê êriş dijwar bûn. Li gel Kurdan Mesîhî, Ermen û pêkhateyên din jî dijîn. Suryan û Mesîhî jî bi awayekî asayî baweriya xwe li van taxan dijîn û dêrên wan jî hene. Meclisa vê taxê vîna her kesî esas girt. Hemû pêkhate bûn yek û li dijî êrişan derketin û êriş pûç kirin. Niha jî tifaq û parastin didome. Niha civakeke asayî û bi hev ve girêdayî heye. Yên ku civak parçe kirin pergalên desthilatê ne. Êdî pêkhate vê ferq dikin û bêtir hev hembêz dikin. Piştî peymanê heta niha êrişên ku pêkhateyan ji hev qut bike û zerarê bide taxê pêk nehatiye. Vîneke xurt a hevpar li taxan heye.”

Evîn Silêmanê anî ziman ku li meclisan nûnerên hemû pêkhate û baweriyan cihê xwe digirin û got: “Hemû pêkhate bawer dikin ku çareserî jî û rizgarî jî bi vê rêveberiyê re ye. Bawer dikin ku Rêveberiya Xweser dê li dijî hemû siyasetên înkar û îmhayê bibin bersiv. Gel hev girtî ye û li hev xwedî derdikeve. Kurd û Ereb bi hev re di hemû qadan de parastina taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê dikin. Ewlehiya taxê digirin. Bi şev û roj taxê diparêzin. Li dijî hemû êrişan dibin bersiv.”

Xwestin taxan dagir bikin

Hêvîn Silêmanê da zanîn ku beriya HTŞ derbasî Şamê bibe taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê hatibûn dorpêçkirin û wiha pêde çû: “Li ser taxê êriş û şerê taybet hebû. Dixwestin Kurd, Ereb û Tirkmenan bînin hemberî hev. Lê gel tedbîrên xwe girt û destûr neda. Di salên 2015-2016yan de bi hevkariya çeteyên dewleta Tirk êriş kirin. Xwestin taxê dagir bikin. Lê gel li dijî êrişan bû bersiv. Rejîma Baasê ciwanên me digirtin. Destûr nedida ku gel pêdiviyên xwe yên jiyanî ji derve bistînin. Rejîma Baasê alîkarî asteng kir. Rê li ser gel qut kir. Şîrê zarokan asteng dikir. Siyaseta birçîbûnê li ser taxan dan meşandin. Mazot qedexe dikir. Ji ber sermayê gelek nexweşan jiyana xwe ji dest da. Piştî ku HTŞ derbasî Heleb, Hims û Şamê bû, di çend rojan de kontrol xistin destê xwe. Piştî HTŞê dîsa siyaseta berê didome. Heta niha HTŞê li Şamê di aliyê hişmendiyê de tu guhertin nekiriye. Hişmendiyeke olî ya tundrev li ser gel ferz dikin. Me dît ku piştî rejîm hilweşiya û HTŞê hikûmet xist kontrola xwe li herêma peravê komkujî pêk hatin. Elewî hatin kuştin. Li Şamê jî komkujî pêk anîn. Êriş didomin. Çeteyên bi navê Emşat û Hemzat îro çalak in. Navê cuda li xwe kirine. Destê wan di komkujiya Elewî, Durzî û Xiristiyanan de heye. Lê gel îro xwe bi rêxistin kiriye û tifaqa Durzî, Elewî, Xiristiyan û hemû pêkhateyên herêmê xurt dikin.”

Hêvîn Silêmanê da zanîn ku bi taybet piştî di navbera HTŞê û HSDê de peyman hat îmzekirin rewş hat guhertin û got: “Peymana 1ê Nîsanê ji bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê gelek girîng e. Li gorî peymanê hêzên navxweyî dê taxan biparêzin. Em bi sedan sal in bi hev re dijîn û wekheviyek heye. Van çeteyên li herêmê dixwestin li ser Kurdan komkujiyê pêk bînin. Ev peyman li dijî êrişan bû bersiv.”

Tirkiye xizmeta hevpar asteng dike

Hêvîn Silêman da zanîn ku li ser xalên hevpar niha hevdîtin hene û got: “Di van hevdîtinan de li hevkirin jî astengî jî hene. Niha di navbera Şaredariya Helebê û meclisa gel a taxan de hevdîtin têne kirin. Çawa ku Şaredariya Helebê xizmeta hemû taxên Helebê dike, dê wekî taxên din xizmeta taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jî bike. Xebatên ji bo xizmeta taxan dest pê kiriye. Çend sal in rê xerabûne. Ji bo çekirina rêyan xebatê dest pê kiriye. Lê ji bo kar û xebateke hevpar bê meşandin astengî jî hene. Ev astengî jî bi destê dewleta Tirk pêk tên. Dewleta Tirk naxwaze gelên Sûriyeyê bi hev re bijîn û naxwaze tifaqa gelan li Sûriyeyê bi ser bikeve. Bajarê Helebê rast e rast di kontrola dewleta Tirk de ye. Ji ber vê yekê Tirkiye li dijî peymanê astengiyan derdixe. Lê têkoşîna me ya ji bo parastina peymanê didome.”

Tirkiye li dijî tifaqa gelan e

Hêvîn Silêmanê bal kişand ser xala peymanê ya berdana êsîran û got: “Heta niha komek êsîr hatin berdan. Lê koma duyemîn nehat berdan. Ji bo koma duyemîn jî bê berdan têkilî û xebat didomin. Xebatek ji bo berdana dîlan heye. Di rojên dawî de divê dîlgirtiyên me bên berdan. Hemû dîlgirtiyên me di destê MÎTa Tirkan de ne. Lê ew vê yekê qebûl nakin. Tirkiye naxwaze projeya demokrasiyê û tifaqa gelan bi ser bikeve. Ji ber Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe nêzik dibe.”

Hêvîn Silêmanê herî dawî bal kişand ser ewlehiya taxan û wiha got: “Em tedbîrên ewlehiya xwe distînin. Em her tim di nava gel de hişyariyê dikin. Em dixwazin her kes wekî endamê parastinê tev bigere û xwe biparêze. Di aliyê rewşa aborî de jî tu guhertinên mezin pêk nehatine. Ji ber ku rewşa aborî girêdayî tevahiya aboriya Sûriyeyê ye. Di aliyê aborî de rewşa gel dijwar e. Gel hîn zahmetiyê dijî. Geşedanên li Şamê diqewimin, çi erênî û çi neyînî bandora xwe li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî dikin. Tirsa gel heye. Ji ber cîhadîst hîn serbest tev digerin. Li Helebê rojane mirov têne kuştin û revandin. Mirov tên windakirin. Ji ber vê yekê tirs heye. Li Helebê û Şamê ku HTŞ niha lê serwer e, dîsa mirov lê têne kuştin. Jin têne revandin, komkujî hene. Heta niha rewşa hin jinên Elewî nediyar e. Cihê ku HTŞ lê heye kiryarên xerab pêk tên. Alozî û nearamî heye. Ji ber vê yekê em dibêjin em ê her tim parastina xwe xurt bikin. Em ê têkiliyên xwe yên bi pêkhateyan re bêtir xurt bikin da ku em karibin feraseta komkujiyê ji ser xwe rakin.”

Etîket: BaasEşrefiyeHelebHêvîn SilêmanHTSŞêx Meqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

21 ADAR 2026
Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Efrîn û Helebê daxuyaniyek da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li Efrîn û Helebê daxuyaniyek da

21 ADAR 2026
Sîpan Hemo: Armanca êrişan ew e ku parçebûn û nakokiyan çêbikin

Sîpan Hemo: Armanca êrişan ew e ku parçebûn û nakokiyan çêbikin

21 ADAR 2026
Nijadperestan li Efrîn û Helebê êrişî Kurdan kirin

Nijadperestan li Efrîn û Helebê êrişî Kurdan kirin

21 ADAR 2026
Agirê Newrozê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate dadan

Agirê Newrozê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate dadan

21 ADAR 2026
Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê de hat vekirin

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê ajansa me yê Xê dîsa hat astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Midûriyeta Perwerdehiyê ceza li hînkirina Kurdî birî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Şert û merc yekîtiyê li gelê Kurd ferz dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahiya Serhivde li Farqînê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1074)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne