Kurdistaniyên gelek bajarên Ewropayê êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê ya Sûriyeyê derketin kolanan. Di çalakiyan de daxwaza rawestandina êrîşan hat kirin û bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin.
Li hemberî êrîşên ji hêla Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Tirkiyeyê ve li hemberî du taxên Kurdan ên Helebê pêk tên bi deh hezaran Kurdên li Ewropayê dijîn daketin kolanan. Li gelek bajaran Kurdan û dostên wan meş li darxistin û daxuyanî dan çapemeniyê de. Bajarên meş û daxuyanî lê hatine dayîn wiha ne:
BORDEAUX
Êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê li Bordeaux a Fransayê hatin protestokirin. Kurdan li ber Walîtiya Bordeauxê kom bûn, êrîş şermezar kirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku peywira xwe bi cih bînin.
Di mitînga ku saet di 13:00’an de hat lidarxistin de saziyên Kurd, rêxistinên girseyî yên demokratîk û parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn. Di mitîngê de dirûşmeyên “Êrîşên li dijî Kurdên li Helebê bi dawî bikin”, “Li hember zilmê bêdeng nemînin” û “Gelê Kurd ne bi tenê ye” hatin berzkirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku hedefgirtina taxên sivîl ên Kurdan sûcê şer e. Di mitîngê de bang li dewleta Fransa û saziyên navneteweyî hat kirin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe û hat gotin ku tiştên li Helebê diqewimin beşek ji siyaseta paqijkirina etnîkî û cezakirina kolektîf e. Di çarçoveya mitîngê de şandeyek bi Waliyê Bordeauxê re civiya û dosyayek derbarê êrîşan de pêşkêş kir. Di civînê de ji Fransayê hat xwestin ku înîsiyatîfên dîplomatîk bigire ser xwe û ji bo parastina sivîlan gavên berbiçav bavêje. Piştî van bangan mîtîng bi dawî bû.
UISBURG
Kurdistaniyên li Duisburg a Elmanyayê êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin. Mitînga ku ji hêla DKTM’ê ya Duisburg û Meclisa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve hat organîzekirin, saet di 17:00 de li ber Îstasyona Trenê ya Navendî pêk hat. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd sivîlan hedef digirin. Hat gotin ku ji roja Sêşemê vir ve herî kêm 9 sivîl hatine qetilkirin û zêdetirî 55 kes birîndar bûne û tax di bin dorpêça leşkerî de ne. Axaftvanan anîn ziman ku ji ber hedefgirtina binesaziyê rewşa mirovî bi lez xirab dibe û bang li civaka navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî kirin ku tedbîrên lezgîn bigirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
HAMBURG
Li Hamburg a Elmanyayê êrîşên komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin.
Daxuyanî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Sternschanze Bahnhof a Hamburgê hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û demokrasiyê dest pê kir. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Rêber Apo” û “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de alên TEV-DEM, YPJ’ê û pankartên “Frieden fur Rojava und Syrien, Nein zum Krieg” û “Hêzên Sûriya Demokratîk” hatin hilgirtin.
Li ser navê TCŞ’ê Ferhat Nîseybin axivî û diyar kir ku Rojava ji bo gelê Kurd pîroz e û ew ê dev ji berxwedanê bernedin. Ferhat Nîseybin diyar kir ku yekîtiya li her çar perçeyên Kurdistanê û li Ewropayê ji bo Rojava jiyanî ye. Nîseybin ev tişt anî ziman: “Wekî welatparêz û şoreşgerên li Ewropayê, divê em ji bo taxên xwe yên ku niha di berxwedanê de ne li ser piyan bin. Rojava sembola berxwedana Kurdan e. Ev sembol ji bo Kurdistanek azad wê bibe rêgeha berxwedanê. Wekî TCŞ’ê em ji bo Rojava seferberiyê radigihînin. Em ê her tim li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên, HTŞ-OSO li kolanan bin. Em ê li hember ferasetên yekreng ên li ser me hatine ferzkirin li ber xwe bidin. Em banga xwe ya seferberiyê ji vir dubare dikin; em ê her roj ji bo Rojava li kolanan bin.” Di daxuyaniyê de banga beşdarbûna meşa ku wê 20’ê Çileyê roja Şemiyê li Sternschanze Bahnhof a Hamburgê were lidarxistin hat kirin. Çalakî bi dirûşm û stranên berxwedanê bi dawî bû.
DRAGUIGNAN
Li Draguignan a Fransayê, li dijî êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Kurdan ên li Helebê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de tundiya li dijî sivîlan hat şermezarkirin û destketiyên Rojava hat parastin. Bi sedan kes beşdarî meşa ku ji hêla Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin bûn. Beşdaran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd!” û “Rojava ne bi tenê ye!” berz kirin û êrîş şermezar kirin. Hevserok Osman Sonmez ev tişt anî ziman: “Ev êrîş destketiyên Rojava hedef digirin; bêdengiya navneteweyî hevkarî ye!” Berdevkê KOMAW’ê Nûrî Karayazî bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku rabin ser piyan. Ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê krîza mirovî girantir bûye, sivîl di stargehan de asê mane û nexweşxane nikarin xizmetê bidin. Mîtîng li navenda bajêr bi belavkirina belavokên bi zimanê Fransî û dirûşmeyan bi dawî bû.
MARSÎLYA
Kurdistaniyên li Marsîlyayê êrîşên komên HTŞ û SMO yên li ser taxên Kurdan ên li Helebê protesto kirin. Bi sedan kes li Qada Canebière kom bûn, tundiya li dijî sivîlan şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedanê anîn ziman.
Girseyê ji bo kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin, piştre sirûda neteweyî ya Kurd, Ey Reqîp xwendin. Di çalakiyê timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Gelê Rojava ne bi tenê ye” û “Bijî berxwedana Helebê” hatin berzkirin. Di axaftinan de bal kişandin ser rewşa deh hezaran Kurdên ji Efrîn koçber bûne ku di şert û mercên dijwar de li Helebê dijîn. Hat diyarkirin ku komên HTŞ û SMO yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin gel dîsa neçarî koçberiyê dikin. Axaftvanan bang li civaka navneteweyî û raya giştî ya Kurdistanê kirin ku Kurdan bi tenê nehêlin. Çalakî bi belavkirina belavokên bi zimanê Fransî bi dawî bû.
FREIBURG
Kurdistaniyên li Freiburg a Elmanyayê êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê protesto kirin. Mîtînga ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd û Komîteya Rojava ve hat organîzekirin, ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek kes beşdar bûn. Beşdaran êrîşên li Helebê şermezar kirin û hevgirtina xwe bi gelê Rojava re diyar kirin. Di mitîngê de li ser navê Meclisa Gel û Komîteya Rojava axaftin hatin kirin û hat diyarkirin ku îradeya gelê Rojava îradeya hevpar a her çar parçeyên Kurdistanê ye. Di axaftinan de banga beşdarbûna meşa ku 10’ê Çileyê roja Şemiyê bê lidarxistin hat kirin. Mitîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
HELSINGBURG
Kurdistaniyên li Helsingborg a Swêdê li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Îstasyona Navendî kom bûn. Tevî hewaya sar jî çalakiya li ber deriyê îstasyonê berdewam kir. Di axaftinan de berxwedana taxên Kurdan ên Helebê hat silavkirin û soza ku heta dawiyê li kêleka gel bin hat dayîn. Piştre, serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin silavkirin. Di axaftinan de hat gotin ku gelê Ewropayê ji ber têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê deyndarê wan in û ji wan hat xwestin ku piştgiriyê bidin wan. Ji gelê Kurd hat xwestin ku her roj ji bo hevgirtinê bi Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re li kolanan bin.
SAARBRUCKEN
Li Saarbrucken a Elmanyayê êrîşên çeteyan ên li ser taxên Kurdan ên li Helebê li ber Europagalerie hatin protestokirin. Bi zimanê Elmanî daxuyanî hat dayîn û bang li raya giştî hat kirin ku li hember tiştên ku li Helebê diqewimin hesas bin û bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de daxwaz kirin ku êrîşên li ser sivîlan tavilê werin rawestandin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.













