Wan – Welatiyên Wanê nerazîbûn nîşanî êrşên li dijî Rojava dan û anîn ziman ku sedema êrişan bêtifaqiya gelê Kurd e û gotin: “Hişmendiya me ya neteweyî lawaz e, divê xurttir bibe.”
Çeteyên HTŞê, DAIŞê yên ku bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişî Rojava dikin, ji 6ê Çileya 2026an ve bi êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê dest pê kir. Piştî van êrişan çeteyan yekser berê xwe dan Rojava û li herêmê komkujiyên dijexlaqî pêk anîn. Piştî van êrişan gelê Kurd ê çar aliyên Kurdistanê û dîasporayê rabû ser pêyan û ji bo Rojava çalakiyan li dar dixin.
Gelê Wanê jî ji ber êrişên li ser Rojava bi hêrs çalakiyan li dar dixin û nerazîbûna xwe tînin ziman.
Welatiyên ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku ew ji ber van êrişan pirr bi fikar in. Welatiyan bal kişand ser bêtifaqiya gelê Kurd û ev yek anîn ziman: “Sedema van êrişan bêtifaqî ye, hişmendiya me ya neteweyî lawaz e, divê tifaqa me xurt bibe. Li ser Kurdan zilm heye û ev zilm nayê qebûlkirin. Behsa biratiyê dikin, lê ev kiryar nîşaneya ku em ne birayên hev in. Her çar perçeyên Kurdistanê yek in û heta dawiyê em dê Rojava biparêzin.”












