Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Ewropayê li dijî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê ypn li ser rojavayê Kurdistaê derketin qadan û peyama “Em ê li dijî terora HTŞ û dewleta Tirk têbikoşin” dan.
Li gelek welatên Ewropayê Kurdistanî ji bo piştgiriya gelê rojavayê Kurdistanê, her çar parçeyên Kurdistanê derketin qadan, êrişên çeteyan şermezar kirin û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî rexne kirin.
Hamburg
Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Hamburgê (DKHM), li bajarê Hamburgê yê Almanyayê bi deh hezaran kesan meşek li dar xistin û êrişên HTŞ û SMOyê yên li ser rojavayê Kurdistanê protesto kirin.
Girseya ku li Hauptbahnhof a Navendî ya Hamburgê kom bû, ber bi Gansemarktê ve meşiya. Meclîsa Jinê ya Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên alman û gelek Kurdistanî beşdarî meşê bûn. Beşdaran pankartên bi nivîsa “Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û cîhadîstan rawestînin! Parastina Rojava û şoreşa jinê bikin!”, “Êrişên li ser Rojava û Rojhilatê Kurdistanê rawestînin, piştgiriyê bidin protestoyên li Îranê!” û “Em amade ne li dijî kesên ku dixwazin azadiya me ji destê me bigirin rawestin!” hildan.
Aachen
Li bajarê Aachen ê Almanyayê di pêşengiya Komeleya Gelê Kurd de ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê mîtîngek hate lidarxistin. Bi hezaran Kurd û ciwanên Antîfa beşdarî çalakiyê bûn. Di mîtîngê de hate destnîşankirin ku li dijî êrişên HTŞ/DAÎŞ, dewleta Tirk û emperyalîst, berxwedana rojavayê Kurdistanê wê bi ser bikeve.
Heilbronn
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li bajarê Heilbronn ê Almanyayê li dijî êrişên dewleta Tirk a emperyalîst û çeteyên HTŞ û SMOyê, mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de hate gotin ku berxwedana rojavayê Kurdistanê berxwedaneke birûmet e, û wê her çar parçeyên Kurdistanê azad bike.
Helsînkî
Li paytexta Fînlenda Helsînkî, ji bo piştgiriya berxwedana rojavayê Kurdistanê ya çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Şandeyek ji çalakgeran çû Konseya Ewropayê û derbarê rewşa Rojava de dosyeyek pêşkêş kir.
Den Haag
Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê di çarçoveya seferberiya li dijî êriş û komkujiyên li rojavayê Kurdistanê hate ragihandin de, Kurdistanî herikîn kolanan. Bi hezaran Kurdistanî ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan û bi Kurdî û Hollandî dirûşmên “Cîhadîst Colanî ji Kurdistanê bicehime!”, “Yek e! Yek e! Kurdistan yek e!”, “Bijî berxwedana rojavayê Kurdistanê” û “Ji rojavayê Kurdistanê re azadî” berz kirin.













