Leşkerên artêşa Tirkiyeyê gundê Cadê yê başûrê Kobanê topbaran kir. Di êrîşa topan de zaroka 12 salî û dayika wê kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) têkildarî êrîşên Tirkiyeyê nûçeyek parve kir. Li gorî nûçeya ANHAyê ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên ji herêmê, leşkerênn artêşa Tirkiyeyê gundê Cadê yê başûrê Kobanê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran kir. Heman çavkanî destnîşan kir ku di encama topbaranê de zarokek 12 salî û dayika wê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên ku nexweşxaneyê hatin girtin, zaroka 12 salî Nesîm Xelef û dayika wê ya 35 salî Sewsen Xelef jiyana xwe ji dest dan.