• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gever Rojava tenê nahêle: Bijî berxwedana Rojava

    Gever Rojava tenê nahêle: Bijî berxwedana Rojava

    Graham bang li Siûdiyê kir: Pêşî li “rijandina xwîna”Kurdan bigire

    Graham bang li Siûdiyê kir: Pêşî li “rijandina xwîna”Kurdan bigire

    Parêzerê Kurd ji hêla çeteyan ve hat kuştin

    Parêzerê Kurd ji hêla çeteyan ve hat kuştin

    Ciwanên Êlihê li dijî êrişên li ser Rojava çalakî li dar xistin

    Ciwanên Êlihê li dijî êrişên li ser Rojava çalakî li dar xistin

    Li Amedê meş û çalakiyên dengderxistinê

    Li Amedê meş û çalakiyên dengderxistinê

    Rêveberiya Xweser: Daxuyaniya bêpratîk têr nake

    Rêveberiya Xweser: Daxuyaniya bêpratîk têr nake

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Leyla Şaylemez li Mêrsînê hat bibîranîn: Dê têkoşîna me bidome

Navenda Nûçeyan / AW

9 ÇILE 2025 - 16:24
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan ku di bîranîna Leyla Şaylemez de axivî, wiha got: “Em li ser gora Leylayê careke din dibêjin ku dê têkoşîna me bidome.”

Endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez ku di 9ê Çileya 2013an de tevî Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan li paytexta Fransayê Parîsê hatibû qetilkirin, di 12emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Mêrsînê hat bibîranîn. Nûnerên rêxistinên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranînê bûn. Beriya bîranînê meş hat lidarxistin û di meşê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Piştre jî li ser gora Leyla Şaylemez merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de di şexsê Leyla Şaylemez, Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan de ji bo hemû jinên di têkoşîna jinên Kurd de jiyana xwe ji dest dayin deqeyek rêz hate girtin.

Piştre jî li ser navê Meclisa Jinan a DEM Partiyê Meral Gultekîn axivî û jinên di Komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin bi bîr anî. Meral Gultekîn, wiha got: “Em van jinên dilwêrek ên ji bo azadiya jinê û wekheviya gelan canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin, dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re careke din dubare dikin. Xeyalên wan di têkoşîna me de ne.”

‘Em hêzên li pişt tetîkkêş baş nas dikin’

Herî dawî jî Parlamenter Dîlan Kunt Ayan di bîranînê de axivî û jinên di Komkujiya Parîsê de hatin qetilkirin bi bîr anî. Dîlan Kunt Ayan, wiha got: “Tetîkkêş Omer Guney e lê em hêzên li pişt wî baş nas dikin. Ew hêz jî dijminê jina ye. Divê ji bîr nekin ku ew çiqas bixwazin gelê Kurd, jinên Kurd tune bikin jî heta ku em hebin dê tu caran dev ji paradîgmaya xwe ya azadîxwaziya jinê bernedin.”

‘Em ê ji têkoşînê bi paş ve gavê neavêjin’

Bi domdarî Dîlan Kunt Ayan bi bîr xist ku dema her sê jinên şoreşger hatin qetilkirin, “pêvajoya çareseriyê” hebû û wiha pê de çû: “HDP’ê bi hêviya aştiyê hevdîtin dikir. Mutebeqeta Dolmabahçeyê dihat îmzekirin. Lê çi bû? Bi vê qetlîamê bersiv dan gelê Kurd. Lê çi dibe bila bibe dê gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernede û paşvegavê neavêje.”

Dîlan Kunt Ayan, di heman demê de bertek nîşanî astengkirina şandeya dixwest biçe cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji Herêma Federe ya Kurdistanê bigire lê li deriyê sînor hat astengkirin da. Dîlan Kunt Ayan, axaftina xwe wiha qedand: “Em li ser gora Leylayê careke din dibêjin ku dê têkoşîna me bidome.”

Di bîranînê de herî dawî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Leyla Şaylemez.

Etîket: bibîranînDîlan Kunt AyanLeyla Şaylemezli ser gora xweMeral GultekînMêrsîn
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Tarsusê di çalakiyê de ciwanekî ji Kobanê hate qetilkirin

Li Tarsusê di çalakiyê de ciwanekî ji Kobanê hate qetilkirin

25 ÇILE 2026
Bakur ji bo Rojava li ser piya ye: Li Mêrsînê bi hezaran kes meşiya

Bakur ji bo Rojava li ser piya ye: Li Mêrsînê bi hezaran kes meşiya

17 ÇILE 2026

Sara, Rojbîn û Ronahî li Wanê hatin bibîranîn

9 ÇILE 2026
Hevalê Sakîne Cansizê: Sekn û hevaltiya wê bandorê li mirovan dikir

Hevalê Sakîne Cansizê: Sekn û hevaltiya wê bandorê li mirovan dikir

8 ÇILE 2026
Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

28 KANÛN 2025
Ji bo Rojbîn Sonmezê li Amedê mewlûd hate dayîn

Ji bo Rojbîn Sonmezê li Amedê mewlûd hate dayîn

9 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1369)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne