• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Leyla Zana: Her der ji bo me qada têkoşînê ye

Amed / AW

28 GULAN 2025 - 12:43
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku di pêşengiya TJAyê de tê lidarxistin, bi rûniştina “Di siyasetê de jin: Ezmûnên hevpar ji çar aliyan û Ewropayê” berdewam dike. Siyasetmedar Leyla Zana anî ziman ku zindan be jî, parlamento be jî kolan be jî ji bona wan her tim qada têkoşînê ye.

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de tê lidarxistin bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk avadikin” li Çand Amedê (Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê dest pê kir. Konferans bi rûniştina bi navê “Di siyasetê de jin: Ezmûnên hevpar ji çar aliyan û Ewropayê” berdewam kir.

‘Me xwişk û biratî berê jî xwest û em îro jî dixwazin’

Di rûniştina ku moderatoriya wê parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal kir de ewilî siyasetmedara Kurd Leyla Zana axivî. Leyla Zana qala pêvajoya hilbijartina xwe ya parlamentoyê û berxwedana zindanan a di sala 1980yan de kir. Leyla Zana diyar kir ku ji wê rojê ve di nêzîkatiya pergalê de guhertinek nîne û wiha got: “Me wê rojê jî xwişk û biratî dixwest em û îro jî dixwazin. Zindan be jî, parlamento be jî kolan be jî ji bona me her tim qada têkoşînê ne. Divê nifşê nû ji xwe bawer bin. Em li ser dozeke heq in. Neheqî li me hatiye kirin. Yên hatine tunekirin em bûn. Hem di warê jinan de hem di warê qewim de em xwedî li xwe derketin.”

‘Jiyaneke hevbeş deriyekî girîng e ji bo pêşerojeke biedalet’

Dû re siyasetmedar Semîra Goran a ji Başûr tev li konferansê bûyî axivî. Semîra Goran çareseriyeke aştiyane û demokrasi ji bere pir girîngtir e. Aramî bi hev re jiyan di dewletê de misoger be ev pêngaveke erênî ye ji bo pêşeroja gelê Kurdistanê. Wekhevî û jiyaneke hevbeş deriyekî girîng e ji bo pêşerojeke biedalet ji bo gelê Kurdistan û pêkhateyên di nava wan de dijîn. Serkeftinê ji konferansê re dixwazim û hêvî dikim ku encamên wê ji bo pêşerojeke aram bibin wesîle.

‘Hêvî dikin ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bigihin mafên xwe’

Dû re parlamentera Iraqê Kurda Emer axivî. Kurda Emer diyar kir ku guhertineke pir mezin li Rojhilata Navîn heye û wiha got: “Hêvî dikim ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bigihin mafên xwe. Em hêvî dikin ku meseleya çareseriyê kurd li Tirkiyeyê bi ser bikeve.” Kurda Emer pişt re qala pêvajoya xebatên xwe yên siyasî kir û xebatên ku li ser jinan li parlamentoyê de meşandine kir.

‘Konferans ji bo bidestxistina mafên jinan girîng e’

Siyasetmedar Kurdistan Pirdawid jî konferans pîroz kir û diyar kir ku ji bo bidestxistina mafên jinan konferans girîng e. Kurdistan Pirdawid anî ziman ku ji bo komkirina hêzên jinan û parastina mafên xwe dê zêdetir bixebitin û qala xebatên xwe kir. Kurdistan Pirdawid, qala pirsgirêkên jinan ên li Başûr û Iraqê jî kir. Kurdistan Pirdawid bi lêv kir ku rola jinan niha zêdetir bûye û ji deh saliya xwe heta niha di nava xebatan de ye. Kurdistan Pirdawid wiha berdewam kir: “Rêya Kurdiyatiyê li her çar aliyê Kurdistanê heye. Divê em weke jin bi taybetî vê xebatê bimeşînin û hevdû bigirin. Hêvî dikim ku partiyên siyasî zêdetir piştgiriya hevdû bigirin. Em jî Başûr piştgiriya we dikin.”

‘Divê jin pêşengtiya projeya avakirina civaka aştî û demokratîk bikin’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd ji bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê bi rêya onlinê tev li konferansê bû. Evîn Swêd qala xebatên jinan ên li Rojava kir û wiha got: “Jin civakeke demokratîk ava dike. Azadiya civakê ji azadiya jinê dest pê dike. Loma em vê valahiyê digerin. Em îro di nava pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyan berfirehtir bikin. Hevpeymaneke civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate diyarkirin û hemû pêkhateyan diparêze. Em li ser lidarxistina hevpeymaniya jinan dixebitin. Li Sûriyeyê zehmetî zêdetir dibin. Em jinên Sûriyeyê bi hemû îradeya xwe em ê destkeftiyên xwe yên jinan biparêzin. Wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em banga birêz Abdullah Ocalan esas digirin. Ev ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareserî ye. Divê jin pêşengtiya projeya avakirina civaka aştî û demokratîk bikin. Em piştgiriya xwe ji we re radigihînin û serkeftinê ji we re dixwazin. Jin jiyan azadî.”

Rûniştina ewil bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

ROJEVA 3yê ADARa 2026an

3 ADAR 2026
Îranê Kendava Hurmuzê girt

Îranê Kendava Hurmuzê girt

3 ADAR 2026
Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 52 kesan jiyana xwe ji dest da

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 52 kesan jiyana xwe ji dest da

3 ADAR 2026
Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

2 ADAR 2026
Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

2 ADAR 2026
Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

Li  Sêrtê jin bênavber mal bi mal xebatên 8ê Adarê dikin

2 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Ji bo entegrasyona demokratîk girîngiya ‘qanûnên azadiyê’ û ‘hiqûqa tavahî’ – 6

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê êrişên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (82)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne