• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin

Navenda Nûçeyan / AW

28 KANÛN 2025 - 16:21
Kategorî: ROJANE
A A
Nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li 8 bajaran komkujiya Roboskiyê şermezar kirin û xwestin hesab bê pirsîn.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 28ê Kanûna 2011an de li Roboskiyê bombe barandin û di êrîşa hewayî de 19 jê zarok 34 welatî kuştin. Di ser komkujiyê re 14 sal borîn, lê hîn hesab nehatiye birsîn. Ji bo hesab bê pirsîn, nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li Mêrsîn, Edene, Hatay, Ceyhan, Riha, Mêrdîn, Amed û Êlih çalakiyên girseyî li dar xistin.

Mêrdîn

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdinê, li Parka Karayollariyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê, dirûşmên “Bimre komkujî, bijî azadî” û “Roboskê ji bîr neke û nede jibîrkirin” berz kir. Ji bo kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Berdevkê Platformê Mervan Erdem axivî û got: “Aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, bi derxistina holê ya heqîqetê û bi cîbicîkirina edaletê pêkan e. Şertê sereke yê aştiyeke mayinde û civakî, sernegirtina binpêkirinên mafên mirovan ên di demên berê de hatine kirin, derxistina wan a holê û darizandina berpirsyarên wan e.”

Di berdewamê de Erdem anî ziman ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe û got: “Heta ku berpirsyarên Komkujiya Roboskê derdixin holê, komkujî ji her alî ve tê ronîkirin û berpirsyar tên darizandin dê têkoşîna me bidome. Kesên biryara vê komkujiyê dane, kujer û yên kujeran diparêzin dê bên aşkerakirin. Polîtîkaya necezakirinê dê rê li ber sûcên nû veke. Darizandina faîlan, tekane rêya pêşîlêgirtina sûcên nû ye.”

Riha

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Rihayê jî li pêşiya Novada Park AVM ya li navçeya Halîliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Roboskê ne dram e komkujî ye, me ji bîr nekir dê nedin jibîrkirin” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Yasîn Aktaş di daxuyaniyê de axivî û got ku tevî bi ser komkujiyê re 14 sal derbas bûne jî hêj faîl nehatine girtin û cezakirin.

Aktaş, bi bîr xist ku komîsyona lêkolînê ya di bin sîwana Meclisê de hatiye avakirin komkujî baş lêpirsîn nekir, meqamên darazê bêalî û serbixwe tenvegeriyan, AYM’ê bi hinceta “ewraqên kêm” dosya qebûl nekir û DMME’yê jî bi îdiaya “hemû rêyên hiqûqa navxweyî nehatin bikaranîn” dosya red kiriye. Aktaş, ev yek weke “xwegihandina edaletê bi awayekî fiîlî ji holê hate rakirin” nirxand. Aktaş, got: “Divê dewlet berpirsyartiya xwe ya di Komkujiya Roboskê de qebûl bike û edaletê bicih bîne. Ev, berpirsyartiyeke dîrokî, hiqûqî û wijdanî ye.”

Wekîla DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayanê jî anî ziman ku komkujiya hatiye kirin ne operasyon, tercîheke bi zanebûn bû û xwest komkujî were ronîkirin.

Edene

Şaxa ÎHD’a Edeneyê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî li Parka Înonuyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Sûcê nehatî darizandin birîneke nekewandî ye”, “Ji bo Roboskê edalet” û “Ji bo Roboskê edalet, ji bo her kesî edalet, me Roboskê ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin” hatin hilgirtin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî helbest hatin xwendin û li muzîkê hate guhdarîkirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yasemîn Dora Şeker di daxuyaniyê de got ku divê pêvajoya hiqûqî ya têkildarî Komkujiya Roboskê jinûve dest pê bike û bi awayekî bêalî û serbixwe bê meşandin. Yasemîn Dora Şekerê xwest ku faîl bên tespîtkirin û darizandin û got: “Divê dewlet lêborîneke fermî bixwaze û hemû windahiyên madî û manewî yên malbatên kesên hatine kuştin tazmîn bike.”

Ceyhan

Rêxistina DEM Partiyê ya Ceyhanê jî li avahiya xwe bîranîn li dar xist. Hevserokê Bajêr Tahir Ozdemîr di bîranînê de got ku avakirina komareke demokratîk, bi hevrûbûna komkujiya Roboskê pêkan e û xwest berpirsyar bên darizandin.

Mêrsîn

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne înkar; hevrûbûn, ne şer, aştî” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Roboskê ji bîr neke û nede jibîrkirin” berz kirin. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Şukran Aktaşê di daxuyaniyê de got ku hêj komkujî nehatiye ronîkirin, faîl nehatine cezakirin û derxistina heqîqetê bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Şukran Aktaşê xwest dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe û bi awayekî fermî lêborînê bixwaze.

Hatay

Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxê Mursel Tonguç Salmanoglû kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û xwest berpirsyar bên darizandin.

Êlih

Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “28’ê Kanûnê Komkujiya Roboskê; me ji bîr nekir û dê nedin jibîrkirin” hate hilgirtin. Endama MEBYA-DER’ê Guneş Çetînkaya Erdem daxuyanî xwend. Wekîla DEM Partiyê Saliha Aydenîzê di daxuyaniyê de got ku dosyaya doza Roboskê hatiye paşguhkirin û got ku ji bo pêvajoya heyî bi ser keve divê dewlet berpirsyarê komkujiyê bidarizîne. Daxuyanî, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Li Amedê jî nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî bi heman Armancê li pêş AZC Plaza ya Ofîsê daxuyanî da û komkujî şermezar kir.

Etîket: EdeneMerdinMêrsînRihaRoboskî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Keskîn Bayindir: Heta statuya Rojava mîsoger nebe em ê li ser pêyan bin

Keskîn Bayindir: Heta statuya Rojava mîsoger nebe em ê li ser pêyan bin

1 SIBAT 2026
Li Mêrdînê 2 kes hatin girtin

Li Mêrdînê 2 kes hatin girtin

31 ÇILE 2026
Li Tarsusê di çalakiyê de ciwanekî ji Kobanê hate qetilkirin

Li Tarsusê di çalakiyê de ciwanekî ji Kobanê hate qetilkirin

25 ÇILE 2026
Li Êlihê 2 jê zarok 7 kes hatin girtin

Li Rihayê yek jê zarok û 11 kes hatin girtin

25 ÇILE 2026
Li Rihayê ji bo Rojava li ser diwaran nivisîn

Li Rihayê ji bo Rojava li ser diwaran nivisîn

25 ÇILE 2026
OHD, ÎHD û Baroya Rihayê: Divê welatiyên di bin çavan de bên berdan

OHD, ÎHD û Baroya Rihayê: Divê welatiyên di bin çavan de bên berdan

23 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (421)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne