Li bajarê Xostê yê Afganistanê di encama êrişa hewayî ya artêşa Pakistanê de herî kêm 9 zarok û jinekê jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiya Talibanê ragihand ku êriş li navçeya Gurbuzê ya Xostê nîvê şevê li ser maleke welatiyên sivîl hatiye kirin.
Berdevkê Talibanê Zebîhulah Mucahîd diyar kir ku êriş li gorî dema herêmî saet 00:00an pêk hatiye û mala ku bûye armanca êrişê bi temamî wêran bûye.
Di êrişê de mala welatiyê sivîl ê bi navê Wîlayet Xan bûye armanc û 5 kur, 4 keç û jinekê jiyana xwe ji dest da.
Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku Pakistanê li parêzgehên Kunar û Paktîkayê jî operasyonên hevşêwe kirine û li wan herêman 4 sivîl birîndar bûne.
Li gorî ajansên navneteweyî, artêşa Pakistanê û rayedarên karên derve derbarê êrişê de ti daxuyaniyeke fermî nedane.













