Li Amed, Stenbolê û Îzmîrê bi îdiaya di pîrozbahiyên Newrozê de “propagandaya rêxistinê kirine” herî kêm 27 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li Amedê polîsan avêt ser gelek malan. Di serdegirtina malan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” 6 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji kesên hatine binçavkirin yek jê jina bi navê D.O. ye û navê her 5 kesên din nehat zanîn. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Amedê.
STENBOL
Li Stenbolê jî bi îdiaya di pîrozbahiyên Newrozê de “propagandaya rêxistinê kirine” bi awayekî hevwext bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. 7 kesên ku navên wan nehatin zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî di saetên sibehê de polîsan avêt ser gelek malan. Di serdegirtina malan de herî kêm 14 kes bi îdiaya ku di pîrozbahiyên Newrozê de “propagandaya rêxistinê” kirine, hatin binçavkirin. Kesên ku navên wan hê nehatine diyarkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.













