Li Amedê bi boneya êrişa polîsan a li dijî girseyê çalakî li gelek kolanên bajêr belav bûn. Kom di nava kolanan de bi sloganan piştgiriya Rojava dikin.
Meşa Platforma Saziyên Demokratîk bi armanca piştgiriya Rojava û şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞê pêk anîn rastî êrişa polîsan hat. Di encama êrişan de girse li nav Parqa Qoşuyoliyê belav bû, bi sloganan bersive êrişan da. Bi hezaran kesên ketin kolanan bi sloganên, “Her der Rojava, her der berxwedan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin.
Li gelek kolanan polîs bi bombeyên gazê êrişî girseyê dikin û girse jî bi berzkirina dirûşman berxwedana xwe didomîne.














