Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi konvoyek ji sedan erebeyan pêk tê şermezar kir û banga piştgiriya Rojava kir.
Parlamenterên bajar, nûnerên rêxistinên civakî û bi sedan kes bi erebeyên xwe tev li konvoya ji ber Stadyûma Amedê dest pê kir, bûn. Konvoy bi seatan li nava bajar geriya û êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Beşdarên konvoyê sloganên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Destên dirêjî Rojava dibin dê bên şikandin” avêtin.
Gel piştgirî da konvoyê
Konvoy bi korneyan li kolanên Amedê geriya û beşdaran bi slogan û tîlîlîyan piştgiriya xwe anîn ziman. Her wiha esnaf û gele Amedê jî bi heman dirûşm û tîlîliyan nîşaneya serkeftinê kirin. Konvoy li Qada Şêx Seîd rawestiya Serokê Rêxistina Partiya DEMê ya Amedê Abbas Şahîn bang li gel kir. Şahîn bi bîr xist ku dê sibê li Amedê ji bo şermezarkirina êrişên çeteyan û piştgiriya Rêveberiya Xweser, li Parqa Koşuyoliyê seat di 15:30an de meş bê li darxistin û banga tevlêbûnê kir.













