Mijek tarî bi ser Amedê de girt û hema bêje çav çavan nabîne û nahêle ku şofêr û welatî pêşiya xwe bibînin.
Li Amedê duh baran dibariya. Îro jî li Amedê rewşa hewayê mij e. Mijê ku bi ser Amedê ve girt, tarî ye û çav çavan nabîne. Ev mij ji bo çûnehata wesayîtan jî hinek zehmet e û şofêr ji ber mijê kor nikarin pêşiya xwe bibînin. Mij destpêkê li cihê nizm ê Amedê belav bû û paşê xwe bi cihên bilind ên Amedê de jî kişiya û li ser van cihên bilind jî vegirt.