Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li navçeya Rezanê Parka Gulistana Zimanan bi merasîmekê vekir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Parka Gulistana Zimanan bi merasîmekê vekir. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Ceylan Akça, Adalet Kaya, hevşaredarên Rezanê Siraç Çelîk û Leyla Ayaz, hevşaredarên navçeyên Sûr, Peyas, Bajarê Nû, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî vekirina parkê bûn. Li Parka Gulistana Ziman de deh zimanê ku li Tirkiyeyê bi windabûnê re rû bi rû mane li ser tabelayan peyv hatin nivîsandin.
‘Em ê giraniyê bidin ser zaravayan’
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun bal kişand ser giringiya zaravayên Kurdî û wiha got: “Di qada akademîk de, dema em behsa zimanê Kurdî dikin, divê em giranî bidin ser standardîzekirina zaravayan. Kurmancî, bi taybetî di sedsala dawî de, bi rêya kovar û weşanan gihîştiye asteke nû ya wêjeyî. Ev pêvajo ji bo me bingeha xebatên zanyarî ava dike.”
Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz jî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li hemû gelan pîroz kir û got: “Gelek ziman tên windakirin em jî wek rêveberên herêmî soz didin gelê xwe ji bo zimanê me û zaravayên wê neyên windakirin em ê her tim di xizmeta we de bin.”
‘Zimanê dayikê mafek e, bêdengkirina zimanê dayikê bêedaletî ye’
Piştî axaftina hevşaredaran mamosteyê ziman Yasîn Orak daxuyanî xwend û wiha got: “Mafê zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovan e û nabe ku bo kesên din bê dewirkirin an hebûn û nebûna wê bê gotûbêjkirin. Parastina vî mafî ne tenê meseleyeke çandî ye; her wiha ji bo edaleta zimanî û hemwelatiyeke wekhev jî pêwîst e. Heta ku astengiyên siyasî, aborî û idarî neyên rakirin, em nikarin qala pêkhatina edaletê bikin. Garantiya jiyaneke di nava aştiyê de ew e ku mirov di nava civakeke pirzimanî de xwedî mafên wekhev be.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de Yasîn Orak destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên bişaftinê yên yekzimanî, heta roja îro, pirrengiya zimanî weke ‘xetere’yeke hewceyî jiholêrakirinê hat hesibandin û wiha domand: “Wexta ku zimanek bêdeng dibe, ew ziman ne tenê peyvên xwe bi xwe re dibe, her wiha êş, şabûn, çîrok û hemû şopên xwe yên li rûyê erdê jî bi xwe re dibe. Ziman ne tenê amûrekî ragihandinê ye; di heman demê de hêmana herî sereke ya avakirina nasname, bîr û têkiliyên civakî ye. Ziman ne tenê hilgirê çandê ye; her wiha qadek e ji bo derbirîna nasnameyên ji berê de înkarkirî, şêweyên hebûnê yên serkutkirî û dengên bêdengkirî. Şertekî jêneger ê jiyaneke wekhev û birûmet ew e ku zimanên me yên dayikê ji medyayê heta huner û çandê, ji kolanan heta saziyên fermî, di hemû qadên giştî de bi serbestî hebin.”
‘Hemû ziman nirxên me yên hevpar in’
Yasîn Orak di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku polîtîkayên perwerde û çandê divê li gorî wê rêgezê bên diyarkirin ü wiha pê de çû: “Hemû ziman nirxên me yên hevpar in. Berpirsyariya me hemûyan e ku em avasaziya siyasî û civakî ya pêwîst ava bikin ku tê de zarok bikarin bi zimanê xwe yê dayikê bifikirin, xeyalan bikin û ji pêşdibistanê heta zanîngehê di her asta xwendinê de perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê wergirin; di pêkanîna vê berpirsyariyê de em hê dereng jî mane.
Ew ne lutfek e, lê mecbûriyeteke dîrokî ya dewletê û hemû saziyên giştî ye ku gavên pêwîst biavêjin da ku zimanên me zindî bimînin, bên pêşvebirin û di xizmetên giştî de bi awayekî wekhev, berdest û berçav cihê xwe bigirin. Dîsa, pêwîstiyeke zelal û mecbûriyeta dîrokî ye ku îhtiraz û şerhên li ser xalên 17, 29 û 30an ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bên rakirin û berpirsyariyên di vî warî de bên bicihanîn. Weke pêkhateyên Tora Şopandin, Belgekirin û Raporkirina Mafên Zimanî (DHÎBRA), em banga xwe ya ji bo parastin, jiyandin û zindîkirina hemû zimanên dayikê dubare dikin. Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê li hemû gelan pîroz be.”














