Îro serê sibehê polîsan li Amedê ser gelek malan girtin û bi hinceta tev li çalakiyan bûne 3 ciwan binçav kirin.
Li gelek bajarên Kurdistanê û cîhanê li dijî êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞê û Tirkiyeyê çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin. Li dijî çalakiyên gel êrişên polîsan jî zêde dibin. Îro serê sibehê bi hinceta tev li çalakiyan bûne polîsan li navçeyên Bajarê Nû û Rezanê li ser malan girtin.
Navê binçavkiriyan
Di serdagirtina malan de ciwanên bi navê Baran Aykol, Aysûn Çelîk li navçeya Rezanê, Nîhat Yîgît li navçeya Bajarê Nû yên Amedê hatin binçavkirin. Tê payîn ku hejmara binçavkiriyan dê zêdetir bibe.













