Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Kurdan û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li ber parlementoya Awûstralyayê çalakî hate li darxistin û banga parastina destkeftiyan hate kirin.
Li bajarê Canberra yê Awûstralyayê ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan hate lidarxistin. Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Awûstralyayê û dostên Kurdan tevli xwepêşandana li ber avahiya Parlementoyê ya li Canberrayê bûn. Di çalakiyê de pankart û dowîzên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê tînin ziman hatin vekirin û sloganên piştevaniya berxwedanê dikin hatin berzkirin.
‘Pêwistî bi parastina destkeftiyan heye’
Senatorê Partiya Kesk David Shoebridge ku beşdarî çalakiya şermezarkirinê bû, anî ziman ku divê destketiyên Rojava bêne parastin. Senator Shoebridge diyar kir ku gelê Kurd bi berdêlên giran ev destkeftî bi dest xistine. Endamê Meclisa Konseya Rojava Navîn a NSWê Îsmet Taştan, Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk Brûsk Aeîverî û Berdevkê KNKê Heval Herkî di çalakiyê de axivîn û destnîşan kirin ku gelê Kurd ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekitiyê dibîne û ji bo parastina Rojava banga yekîtiyê li gelê Kurd û dostan kirin.













