Platforma Saziyên Demokratîk li Bedlîs û Geverê li dijî êrişên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd, Eşrefiyeyê û tevahî Rojava çalakî li dar xist û êriş şermezar kir.
Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê ji bo protestokirina êrişên li ser Heleb û Rojava meşek li dar xist. Girseyê tevî hewldanên polîsan ên astengkirinê jî ji ber Navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bedlîsê heta Mizgefta Mezin meşiya. Di meşê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin û girseyê bi çepikan bertekên xwe anîn ziman. Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Sîdar Karaçelîk li ber mizgeftê axivî û komkujiyên li Helebê û wêneyên îşkenceyê yên derketin holê bi bîr xist. Sîdar Karaçelik destnîşan kir ku balkêşe êriş di dema hevdîtinan de hatin kirin û got: “Ev êriş berdewamiya êrîşên li dijî wargehên Durzî û Elewiyan e.”
Li Geverê jî meş hat lidarxistin
Platforma Saziyên Demokratîk a Colemêrgê jî bi girseyî ji avahiya DEM Partiyê ya Geverê heta Navenda Karsaziyê ya Zagrosê meşek li dar xist û êrişên HTŞê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kir. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Rojava nayê desteserkirin” hate hilgirtin û lolîpopên “Nirxên demokratîk bi tang û topan nayên tunekirin” û “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên weke “PKK gel e, gel li vir e”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Parlamenterên Colemêrgê Oznur Bartin û Vezir Coşkun Parlak, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberiyên navend û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê, pêkhateyên platformê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.















