Rêxistina Bajar a DEM Partiyê ya Bedlîsê serdana kargehên tekstîlê kir û jin vexwendin pîrozbahiya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê.
Rêxistina Bajar a DEM Partiyê ya Bedlîsê bi tevlêbûna Parlementera Bedlîsê ya DEM Partiyê Semra Çağlar Gokalp li Xizanê xebatên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşandin. Jinan serdana teksitîlan kir û belavokên 8ê Adarê belav kirin. Semra Çağlar Gokalp bi jinên kedkar re solbet kir û xwest ku tev li meşa bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di 7ê Adarê de li Tetwanê tê lidarxistin, bibin. Jin piştre li navçeyê geriyan û heman bangawazî kirin.













