Çalakiya gel a li Bendava Tişrînê di roja 17an de berdewam dike. Şêniyên Dêrazor, Tebqa û Reqayê jî tev li çalakiyê bûn. Çalakî bi biryardarî didome.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina Bendava Tişrînê û nerazîbûna li dijî êrişên artêşa Tirk û hêzên wê yên paramîlîter ji 8ê Çileyê ve di çalakiya nobedariya bendavê de ne.
Duh bi sedan şêniyên ji kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê tevî şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştin bendavê. Dema gel gihîşt bendavê, dewleta Tirk û hêzên wê yên paramîlîter êriş kirin û di encamê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û bi dehan welatî jî birîndar bûn.
Di êrişên li ser xwepêşandêrên li bendavê de, heya niha 21 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn e.